Jiyanê xweş û azad bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:15

  • Kevana Zêrîn: “Awazê aştî, wekhevî û aramiyê ji dayika axê û ewladê wê re wê bên gotin. Jin wê bi firça di destê xwe de, xwezaya me ya birîndar bi rengê keske sorê bixemilînin. Ji bo vê yekê, em dibêjin, erkê jinan ew e ku  bi hunerê şoreşgerî vê jiyanê xweş û azad bikin.”

Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn, konferansa xwe ya 2'emîn li dar xist. Di encamnameyê de hate gotin, di bin navê huner de jin weke tişteke cinsî tê bikaranîn û ji jinan hate xwestin ku li dijî vê yekê helwêstê nîşan bidin.

Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn konferansa xwe ya duyemîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û derveyî welat jin tevlî konferansê bûn. Encamnameya konferansê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate gotin, “Di şoreşê de rola çand û huner, erkên jinê di bipêşxistina çand û hunera şoreşgerî de, xebatên ku hatine meşandin, kêm û kurtiyên derketine pêşiya xebatên me, hatin tesbîtkirin û hatin nirxandin. Li ser vî bingehî bi awayekî berfireh nîqaşên girîng hatin kirin. Konferansa me ji bo avakirina civaka neteweya demokratîk, şoreşa çanda jiyana jinê û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, xwe gihand biryardariyeke bilind û xurt.”

Kevana Zêrîn di dewamê de got, “PKK û PAJK a ku şoreşa jinê ji malzaroka xwe welidandiye, di serî de Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê ku bi mîrasê çanda dayika resen tovê heqîqetê li ser axa Mezopotamyayê belav û şîn kirin, bûn çirûskên çanda berxwedêr û cewherê wê teyisandin cîhanê. Ji bo ku ev jiyan bi xemla çandeke manedar her û her tacîdar bibe, şehîdên me ku bi govenda xwe bûn stêrk û şevên me ronî kirin da ku rastiya vê çandê nekeve ber tarîtiya zalimên desthilatdar, xwe di vê oxirê de feda kirin. Bi dengê xwe yên qedîfe ku wê bi hezarê salan di asoyê çiyan de olan bide, di serî de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) Ş. Berçem, Ş. Jînda Hewlêr, Ş. Viyan Peyman, Ş. Ronahî Afrîn, Ş. Arjîn, Ş. Delîla, Ş. Newal ku bi awazê xwe dîroka netewekî jibîrkirî ji nû ve vejandin û hişyar kirin.”

Kevana Zêrîn Sariya Baran hilda û konferansa diyarî bi şehîdan û berxwedêrên di nav refên YJA Star û HPG'ê kir.

Kevana Zêrîn got, konferansa wan bi dirûşmeya 'Bi şerê gelê şoreşgerî û bi pêşengiya jinê re em ê çanda şoreşa jinê bi ser bixin' li dar ketiye û bi biryardariyeke mezin bi encam bûye. 

Dem dema azadiyê ye

Di encamnameyê de Kevana Zêrîn bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullha Ocalan û got,"Rêbertiya me ev 22 sal in di bin esaret û tecrîdeke giran de, bi rih û felsefeya xwe niha jî pêşî vekiriye li gelek nihêrîn û şoreşên cuda vekiriye. Ji bo vê yekê ye ku modernîta kapîtalîst û dewletên faşîst ên mîna Komara Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê li ser rêbertiya me bi cih tînin. Yên ku rêber in, paşeroja civakê di serî de di kesayeta xwe de diafirînin, yên ku sedsalên paşerojê di kêliyên niha de ava kiribin, tenê nabe rêberê gelê xwe, dibe rêberê mirovahiyê. Ji bo wê em dibêjin, dem dema azadiyê ye.”

Kevana Zêrîn got, jinên hunermend divê parazvanên xeta hunerê şoreşgerî bin û wiha dewam kir: “Ya herî girîng ku jin bike ew e ku bibe mertalek li hemberî êrişên pergala kapîtalîst û desthilatdar ku qirkirina çandî pêk tîne. Jin ji kîjan neteweyî dibe bila bibe, divê bizanibe ku li hember eriş û metirsiyeke bi vî rengî ye. Lewra di serî de em wekî jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, pêwîst e em li hemberî çanda destdirêjiya zilam a ku bi awayekî îdeolojîk û fizîkî êrişî ser jinê dike rawestin. Kuştin, dest dirêjî û revandina jinan, bi tekoşîna çanda jinên şoreşger dikare bê rawestandin. Jin xwedî hêzeke mezin ya jiyanê ye. Lewra pêwîst e ku jin di qada kirinên xebatên hunerî de jî bi vê berpirsiyariyê tev bigere. Ji bo wê, pêwîst e jin nehêlin ku huner bibe amûra tîcaretê, pêwîst e jin bibe xwedî sekn li hemberî bikaranîna jinê ya weke objeyeke cinsî di bin navê huner de. Pêwîst e jin û her hunermend bibe xwedî têkoşîneke şoreşgerî, li hemberî van êrişan bi sekine û radestî nexweşiyên wê nebe.”

Bi çav û awirê jinê pêşengî

Kevana Zêrîn bi konferansa xwe biryar da ku li seranserê Kurdistanê, li rojhilata Navîn û cîhanê Yekîtiya Hunermendên Jin ava bike. Di dewamê de wê got, “Ev 44 sal in ku jina Kurd di şoreşa Kurdistanê de bûye xwedî tekoşîneke azadiyê ya bi wate û xwedî vîneke ku ti hêz nikare pêşiya bipêşketina wê bigire. Lewra em îro di tevahiya cîhanê de jina Kurd weke çavkaniya îlham, pîvan û exlaqê şoreşgerî dibînin. Ev axa mezopotamyayê ku dergûşa mirovahiyê bi destê jinê hatiye hejandin, wê jin li ser heman axê, xeyalê jiyaneke xweşik bi felsefeya jiyaneke nûjen bineqişînin.  Li şûna şer, kuştin, şewitandin û qirkirinê, awazê aşîtî, wekhevî û aramiyê ji dayika axê û ewladê wê re wê bên gotin. Jin wê bi firça di destê xwe de, xwezaya me ya birîndar bi rengê keske sorê bixemilînin. Ji bo vê yekê, em dibêjin erkê jinan ew e ku  bi hunerê şoreşgerî vê jiyanê xweş û azad bikin.”

Kevana Zêrîn di dawiyê de got, “Ya herî girîng ew e ku pêşengî ji xebatan re bi çav û hestên jinê were kirin. Ji Mestûre Xan, Meryem Xan, Sûsika Simo, Eyşe Şan heya Delîla û Viyan Peyman bi riya gotin û awazên xwe, nehiştin ku em ji rastiya xwe ya dîrokî û civakî biyanî bibin. Ji  ber ku em vê mîrasê dewr digirin, tenê serkeftin para me ye."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.