HÊVÎ EZDA / NÛJINHA / ŞENGAL
Piştî fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî, bi avakirina pergala xwe jiyan bi destê jinan tê hûnandin. Yek ji xebatên girîng ku jî komîteya aborî ye ku ev du sal in hatiye avakirin. Di nava 2 salan de gelek xebatên baş ji aliyê komîteya aborî ve çêbûn. Endama komîteya aborî ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Hilwa Feqîr li ser kar û xebatên komîteyê axivî. Hilwa diyar kir ku wekî jinên Êzidî gelek sazî û dezgehên xwe ava kirine û wiha got: “Ev du sal in me komîteya aboriyê ava kiriye û rêxistinkirina wê pêş xistiye. Lê weke mirovên ku Rêber Apo xwendine û li pey nasîna wê fikrê ne, me dît Rêber Apo girîngiyekî pir mezin dide rehenda aboriyê. Eger civakek aboriya wê nebe nikare xwe bi rê ve bibe.”
Projeyên me gelek in
Hilwa Feqîr bal bire ser projeyên wan û wiha got: “Weke komîteya aborî ji derveyî projeyên çandinî û xwedîkirina ajalan me hin projeyên din jî pêş xistine. Kargehên me yên lastîkan, pîrket û xwedîkirina mêşên hingiv hatine vekirin. Gelê me bi riya meclisên gundan projeyên xwe ji me re radigihînin. Di hemû kargeh û projeyên me ava kirine de jin di asta pêşengiyê de cihê xwe digrin. Gelek projeyên me yên xweser jî hebûn. Ji derveyî wê komîteya me ya xweser jî xwe bi rêxistin kiriye û ji bo jinan gelek proje ava kirine. Kargehên nan, şirînahî û ava firingiyan hene. Kar û xebatên van projeyan jî pir bi serkeftî ne.”
Jin di karê xwe de serketî ne
Hilwa da zanîn ku di karekî de dest û rengê jinan hebe, ew kar serkeftî dibe û got: “Ger di karekî de destên jinan hebe û bi taybetî bi îsara jinên Êzidî, ew jina ku bi fikrên Rêber Apo tên perwerdekirin wê serkeftinên gelekî mezin bi dest bixe. Pêşvebirina kar û xebatên aboriyê bi pêşketinên siyasî yên Şengalê re eleqedar e. Nêrîn, hişyarî û pêşniyarên gel ji bo xebatên me çêbûn. Nêrîna herî zêde ji ku mezinên me çêdibe der barê çandiniyê de ye. Em van nêrînan ji bo xwe weke biryar digrin dest û wisa nêz dibin.”