HÊVÎ EZDA / NÛJINHA / ŞENGAL
Li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an 9 sal derbas bûn. Di encama fermanê de ji bilî revandin, kuştin, firotin û windakirina jinên Êzîdî, bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn, li kampan bi cih bûn. Yek ji wan kampan jî Kampa Şarya ya Dihokê ye. Piştî fermanê heta niha pêl bi pêl vegera li ser axa Şengalê, dewam dike. Piştî hewldaneke mezin a Êzîdiyên li kampan, di çarçoveya pêngava vegera koçberên wargehên Başurê Kurdistanê ya ji bo Şengalê de bi dehan malbatên ji gundê Sîba Şêx Xidir vegeriyan ax û warê xwe.
Li kampan jiyan zehmet bû
Xalîde Sîba wiha qala jiyana kampên Başûrê Kurdistanê dike: “Mala me 5 salan li kampa Bacîdê bû, 3 salan jî em li Şarya bûn. Ji bo me jiyan pirr zehmet bû. Ji ber ku timî konên me dişewitîn, germ û sermayê bandor li me dikir. Li ser tendirustiya zarokên me, me nekarî bi serekî rehet û bê tirs rakevin. Ji bo wê em pir kêfxweş in ku em vegeriyane warê xwe.
Min sê zarok di koçberiyê de anîn dinê, ji bo min ev yek pirr zehmet bû. Ji bo çanda xwe bizanin min herdem ji wan re qala Şengalê û Sîbayê dikir. Min ji wan re digot Şengal berê çiqas xweş bû kar û barên me ax û ava me çiqas bi qedir û qîmet bû. Şikir îro ew bi xwe dê bi çavên xwe bibînin, ji bo wê em pirr kêfxweş in.”
Em ê bi hev re ava bikin
Şemê Şengalî jî destpêkê got, ji bo wê veger weke ji nû ve jidayikbûnê ye: “Ez ji Sîbayê me ji eşîra Mehmediyan im. Em newestiyane, em pirr kêfxweş in. Malbata me hinek hatin, hinek jî man. Ji roja ku ez jê derketim heta niha, min dixwest ez rojekê zû vegerim. Ger mala me nebe jî em kêfxweş in ku vegeriyane ser axa xwe. Em ê ji xwe re jiyanê ji nû ve ava bikin.”
Leyla Şengalî ya ku ji bo alîkariya gel ji Şengalê berê xwe daye Sîbayê got, “Em pirr kêfxweş in ku mirovên me, xizmen me vegeriyane ser axa xwe. Em dixwazin gel tev vegere ser axa xwe, em weke berê ji xwe re ava bikin, bi hev re bijîn.”
Iraq bi erka xwe ranabe
Hevşaredara gundê Sîba Şêx Xidir, Elmas Nayîf jî got, “Îro em pirr kêfxweş in ku bi dehan mal vegeriyane Sîbayê weke şaredariya gund beriya gel vegere me malên wan paqij kirin, elektrîk û av me bir malan. Me bi hevalên xwe re amadekarî kir û eşyayên wan danîn malên wan. Weke şaredarî çi bikeve ser milên me, em ê pêk bînin. Hikûmeta Iraqê heta niha tiştek nekiriye, divê ew jî bi erka xwe rabe.”