Jiyana nexweşan di xeteriyê de ye

Pêncşem 4 Çile 2024 - 09:30

Nexweşxaneya Miştenûrê di sala 2015'an de li Kobanê bi alîkariya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hat avakirin û ji wê demê ve alîkariya tenduristî û bijîşkî pêşkêşî xelkê dike. Avakirina nexweşxaneyê yek ji projeyên jinûve avakirinê yên Kobanê bû ku piştî bajar ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Di nexweşxaneyê de beşên zarokan, jinan, şekir, eseb, nexweşiyên hundirîn û alîkariya psîkolojîk, dermanxane, beşa zarokan û beşa bijîşkî hebûn. Li gel wê 3 ambûlans jî hebûn.

Nexweşxaneyê rojane alîkarî pêşkêşî nêzî 500 nexweşan dikir, lê di encama bombebarana rasterast a balafirên artêşa Tirk a dagirker a di 25'ê Kanûna 2023'yan de ew bi temamî hat wêrankirin û êdî nikare xebatê bike.

Rêveberê beşa nexweşiyên hundirîn bijîşk Tewfîq Şêx Ehmed diyar kir ku nexweş ji bo dermankirinê û peydakirina dermanan zehmetiyan dikişînin û got:"Îro heta derziyên zarokan jî nayên peydakirin, ji ber derman tev şewitîn. Makîneyên eko û dermanxaneyê jî şewitîn. Êdî derman tune ne ku em bidin nexweşxan. Rewşa nexweşan jî gelekî dijwar e û pêwîstiya wan bi dermankirinê heye." 

Em ê xebatan bidomînin

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê zirara nexweşxaneyê nêzî 200 hezar Euro ye. Şêx Ehmed wiha domand:"Em ê xebatên xwe ji bo peydakirina dermanan bidomînin. Dewleta Tirk a dagirker me natirsîne. Bijîşkî karekî mirovî ye û em ê di demeke nêz de cihekî ji bo dermankirina nexweşên xwe peyda bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrişê Rêxistina Bijîşkên Bêsînor li ser rûpela xwe ya malpera medyaya dîjîtal da xuyakirin ku wan di avakirina nexweşxaneyê de rol lîst û tê de kar kir û di sala 2019'an de ew radestî aliyên tenduristî yên Rêveberiya Xweser kir.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.