Jiyana girtiyan di tehlûkê de ye

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 01:34

Li girtîgeha Ereglî ya Konyayê, li dijî binpêkirinên mafan û tecrîda giran, girtiyan di 4’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a ji bo 10 rojan kiribûn.

Greva birçîbûnê piştî 16’ê Mijdarê jî weke greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dewam dike.

Xizmên girtiyan dema ku telefonê girtîgehê dikin, ji wan re tê gotin, “Midûr çûye betlaneyê, hûn nikarin pê re biaxivin.”

Dayîka girtiyê bi navê Mehmet Can Yîger derbarê rewşa girtiyan de axivî û got; “Dema em diçûn hevdîtina rûbirû rewşa wan nebaş bû. Girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê gelek ji xwe kêm kiribûn. Dema bi me re diaxivîn, gelek tişt ji bîr dikirin. Me xwest em bi midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtinê bikin. Lê wezîfedaran gotin niha di civînê de ne û em ji kampûsê derxistin. Rojek ji me re diyar kirin, me wê rojê telefon kir, ji me re gotin, midûr çûye betlaneyê. Rewşa zarokên me xerabtir dibe, lê rêveberiya girtîgehê her carê hincetekê dide pêş me û daxwazên girtiyan û malbatên wan bicîh nayne.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.