- Hin babetên ku di resmê de û her wiha di hin lewnên din ên hunerî de hatine şirovekirin piştî salan bi şêwazên cuda ji hêla nifşên nû ve jî tên ravekirin. Hunermenda ciwan a Fransî Cécile Davidovici jî ne bi boyaxê lê bi ta bi bêdengiya naturmortan daketiye. Nutormortên wê yên ku nîşaneya kedeke mezin in, hêjayî dîtinê ne.
Naturmort ku weke xwezaya be ruh û can ango “xwezaya mirî” tê zanîn, weke babet ji hêla gelek şêwekaran ve hatiye şirovekirin. Naturmort weke têgehekê di sedsala 17’an de pirr popûler bû û gelek kesan ev peyv bikardianî. Resmên ku weke naturmort tên qebûlkirin, ew resm in ku bêhtir di wan de fêkiyên ji guliyên wan hatine birrîn, kulîlk û guldank xuya dikin. Şêwekar malzemeyên bi vî rengî tevî kompozisyonên xweşik bi kar tînin û bi vî awayî resmên naturmort derdikevin holê.
Naturmort her çend di sedsala 17’an de derketibe holê jî û wî çaxî bala şêwekaran biribe ser xwe jî, ew di her serdemê de popûler bûye. Îro roj, gelek şêwekar hene ku di resmê de bi naturmortê dadikevin û vê têgehê dîsa bi bîr tînin. Yek ji van hunermendên ku bi naturmortê dadikeve jî hunermenda Fransî ya bi navê Cécile Davidovici ye. Lê ew naturmortên xwe bi boyaxê çênake, Cécile Davidovici bi tayên rengo rengo naturmortan çêdike. Tayên ku ji bo neqş û xemlandinê tên bikaranîn, di destên wê de dibin malzemeyekî afirîner û xizmeta resmên naturmort dikin.
Cécile Davidovici van naturmortên xwe bi hevkariya derhênerê filman David Ctiborsky çêdike. Wan bi hev re bi ta gelek wêneyên nutarmort çêkirine û navê “La Vie Silencieuse” (Jiyana Bêdeng) li van resmên xwe kiriye. Gava mirov li ser van resman hûr dibe û hûrgiliyên ku bi ta hatine çêkirin dibîne, mirov bêhtir ji van resman hez dike û her wiha dibîne ku kedeke mezin li pişt vî karî heye.
Dengê bêdengiyê û Giorgio Mirandi
Beriya ku Cécile Davidovici rahêje ta û bi van resman dakeve, David Ctiborsky van naturmortan bi awayekî sêber hazir dike. Yanî ew bi sê hêlan bingehê resmên naturmort hazir dike û piştî haziriya wî bi dawî dibe, vê carê Cécile Davidovici dest bi çêkirina resmên naturmort dike. Her du hunermend jî ji bo îlhama van resmên naturmort îşaret bi şêwekarê Îtalî Giorgio Mirandi dikin û dibêjin, “em di bin tesîra afirîneriya wî ya ku di bêdengiyê de dengan diafirîne, mane”. Cécile Davidovici û David Ctiborsky jî malzemeyên naturmort bi rengên cuda yên zindî nîşan didin û her resmekî wan ê naturmort nîşaneya afirîneriyê ye.
Wefata diya wê berê wê dide van karan
Cécile Davidovici ji bo van berheman çêke bi salan xebitiye. Lê serpêhatiyeke wê jî berê wê daye xebatên bi vî rengî. Piştî ku dayika wê wefat dike, ew bala xwe bêhtir dibe ser neqişandina bi ta û piştî demekê jî êdî nikare dev jî vî karî berde. Cécile Davidovici got, “Ji bo ez baş ji vî karî têbigihîjim, gelek wextê min bihurî û min hin hêlên darîçav ên ku ew li ber çavên min diqewimîn, nedidîtin. Lê piştî ku min şêwazek ji xwe re peyda kir, karên min hêsantir bû û bi vî awayî min hin zanîn serobino kirin. Gava dikarim destê xwe bidim malzemeyên ku ji bo hunerê xwe bi kar tînim, xwe baştir hîs dikim. Yanî karên darîçav ji yên razber bêhtir bala min dibin ser xwe.”
Piştî ku ew di vî karî de dibe pispor, portfoliyoya xwe ya van karan mezintir û dewlemendtir dike. Cécile Davidovici bi vê şêwaza xwe tenê nutarmortan çênake, ew her wiha bi ta portre û hin fîgûrên din jî çêdike. Gava mirov ji dûr ve li van berhemên wê dinihêre, mirov qet nizane ew bi ta hatine çêkirin, ji lewma, ew eynî weke derbên firçeyê yên şêwakaran xuya dikin.
Temsîlkarê hunerê hevçax e
Cécile Davidovici piştî ku perwerdeya xwe ya drama û şanoyê temam dike biryarê dide ku li New Yorkê di warê sînemayê de perwerde bibe. Filmên ku wê çêkirine, li gelek festîvalên dinyayê hatine nîşandan û hinan ji van filmên wê, xelat wergirtine. Weke ku piştî mirina diya xwe di warê resmê de bi tiştên nû daketiye, di warê sînemayê de jî ew bi dîmen û dengan dilîze û bi awayekî din şirove dike dîmenan. Axir bi resm û filmên xwe di warê hunerê hevçax de wê ji xwe re cihek çêkiriye û weke hunermendeke ciwan (ew hîna 35 salî ye) ji siberoja karên xwe bi hêvî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN