Jiyan û Hunera Cewad Merwanî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:17

FÎRAZ BARAN

Cewad Merwanî stranbêj e. Ew di sala 1965’an de li gundê Boşatê (Farqîn) hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û lîse li Farqînê xwendiye.

Wî sala 1981an komek muzîkê ya bi navê Zembîlfiroş ava kiriye. Di navbera salên 1981 û 1993an de anku 12 salan piranî li Amed û Êlihê û temamê Bakûrê Kurdistanê stranbêjî kiriye. Çûye konseran û tevlî dawet û şahiyên bûye.

Serîhildana 1925’an

Cewad Merwanî ji malbatek welatparêz e. Du apê bavê wî Memed Elî û Abdurrahman tevlî serîhildana Şêx Seîd bûne. Memed Elî tê îdamkirin û Abdurrahman jî di şer de şehîd dikeve. Cewad Merwanî li ser şehîdan van agahiyan dide:

“Navê bavê min Memed Elî ye. Dema ku tê dinyayê navê apê wî yê şehîd lê kirine. Navê birayê min ê mezin jî Abdurrahman e. Ew jî navê apê bavê min ê şehîd e.

Dema ku xeberê apê min Memed Elî hatiye dayîka xwe diçe Amedê. Dibîne ku gelek mirovên me hatine îdamkirin û cenazeyên wan li erdê ne. Di nava şehîdan de li kurê xwe digere. Hirkayê apê min nas dike. Bi tayê pirs û hinekî neqişendî bûye. Dapîra min dixwaze cenaze bigire lê nadine wê.

Dema ku em diçûn Amedê bavê min ji min re wiha digot: ‘Li rojhilatê sînemaya Dîlanê hêzeke arteşê hebû. Di nava artêşê de beşek hebû. Hemû kesên ku hatin îdam kirin li wir definkirin. Çalekê dikolin û hemû şehîdan bi hev re defin dikin. Şêx Seîd jî di nava gora komî de ye.’ Bavê min ev gotin ji dapîra xwe bîhîstiye.”

Malbata Girtiyan

Malbata Cewad Merwanî malbatek girtiyan e.

Kekê wî Ezîz sala 1993'an êsîr ketiye û 22 sal di zindanê de dîl hatiye girtin.

Pismamê wî Mehmet Boşatlıoglu ev 30 sal in li zindanê ye û dagirker wî bernadin.

Kekê wî yê mezin Ebdirrehman 6 sal li zindanê girtî ma ye. Gelekî îşkence lê tê kirin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve diçe gund û çavên xwe winda dike. Niha bi her du çavan nabîne. Ebdirrehman îro 70 salî ye.

Kekê wî Ehmed 4 salan di zindanê de dîl tê girtin.

Birayê wî Mehmûd 18 sal li zindanê girtî ma ye.

Pismamê wî Mufîd (Di heman demê de hevjînê xwuşka Merwanî ye) 6 sal li zindanê girtî ma ye.

Biraziyê wî Melîk di dema YPSê de dîl hatiye girtin. Wê demê 21 salî bûye û cezayê muebetê lê tê birîn. Melîk kurê Mehmûd e.

Gundê Boşatê

Cewad Merwanî ji gundê Boşat (Boyunlu) ê Farqînê ye. Ev gund 8 km dûrî Farqînê ye. Li gund kela, hug, gelek şikeft û sarnic hene. Lê gund hêj nehatine lêkolîn kirin.

Îro hemû nifûsa vî gundî kurd in. Lê Cewad Merwanî dibêje, sed sal berê Ermenî jî hebûne û berî jenosîdê bi hev re jiyan kirine.

Piştî salên 90î dewlet zextê li vî gundî dike û gundiyan dike cerdevan. Li Boşatê tenê du malbat cerdevaniyê qebûl nakin. Yek ji wan Mala Ebdulwahad e û xwedî gelek şehîd in. Yek jî malbata Cewad Merwanî cerdewaniyê qebûl nake.

Ji ber vê sedemê di sala 1993an de malbat ji gund tê derxistin. Wê demê ji malbatê 8 kes di girtîgehê de bûne. Endamên mayî koçî Amed, Edene û Stenbolê dikin. Merwanî wê serdemê wiha vedibêje:

“Gundî bûne cerdevan. Îro jî li gund 110 cerdevan hene. Wê demê gelek zext li malbatê kirin. Lê me li ber xwe da û em hê jî li ber xwe didin.”

Siyaseta Bajêr

Cewad Merwanî di sala 1989’an de ji Partiya SODEPê ji bo Meclîsa Şaredariya Farqînê hatiye hilbijartin. Ji serokê şaredarê Farqînê 2.500 zêdetir dengan distîne.

Di sala 1991'ê de dema ku partiya Kurd HEP hat damezrandin, bi tevahî 10 endamên meclîsê (Serokê şaredarê jî di nav de) beşdarî HEPê dibin. Piştî wê ji bo gel hîn bêtir tevdigerin.

Xebatên li Ewropayê

Cewad Merwanî di sala 1993’an de mecbûr dimîne û bi alîkariya Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî Şamê dibe. Bi pêşniyara Rêber Apo ji bo xebatên hunerî tê Ewropayê.

Kar û barên xwe yên hunerî li Akademiya Çand û Hunera Kurdî berdewam dike. Li Swîsre, Hollanda, Avustralya, Rusya, Kanadayê û bajarên cûda yên Almanyayê kar û xebatên şoreşê û hunerê dimeşîne.

Heta niha pênc albûmên wî derketine. Navê albûman: Penaber, Dem, Xumxuma Tîgrîs, Dergûşa Stranan û Ahenge. Yek jî ji bo platforma dîgîtal amade kiriye û dixwaze demek nez de belav bike.

Wî li Almanyayê di warê nivîskî de jî xebateke pir girîng kiriye. Stranên Kurdî berhev kiriye û wek pirtûk çap kiriye. Mînak “Stranên Rîtmîk” du cîld û “Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê” çar cild in.

Niha jî li ser du pirtûkên cuda dixebite. Ew dixwaze ku navên pirtûkan bike “Dengbêjên Bakûrê Kurdistanê” û “Stranên Radyoya Bexdaye”. Her yek ji wan penc cîldan difikire.

Hunermend Cewad Merwanî di sala 1986an de zewiciye û bavê sê zarokan e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.