Jiyan û Arîn şehîd bûn
Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:18
- "Em soz didin ku li ser xeta şehîdan bêtawîz bimeşin û armancên wan bi ser bixînin."
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soz didin ku li ser xeta şehîdan bêtawîz bimeşin û armancên wan bi ser bixînin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker 18'ê Hezîranê saet di 20:30'î de li qada Herekolê ya herêma Botanê dest bi operasyonekê kir. Di 18 û 19'ê Hezîranê de bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê hate kirin. Piştre jî di 20 û 21'ê Hezîranê de bombardûman bi helîkopterên êrişê hate kirin. Di pêvajoya operasyona heta 21'ê Hezîranê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Jiyan û Arîn fedaiyane şer kirin û weke milîtanên YJA Starê yên bi rûmet bi berxwedaneke dîrokî şehîd bûn.
Em soz didin ku li ser xeta şehîdan em ê bêtawîz bimeşin û armancên wan pêk bînin.”
Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:
- Jiyan Amargî (Esma Avşar) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Hediye û Bakî, 20'ê Hezîrana 2022´yan li Herekolê şehîd bû.
- Arîn Hezex (Şukran Alp) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Selîm û Mehmet Saît, 20'ê Hezîrana 2022´yan li Herekolê şehîd bû.
BEHDÎNAN