- Propagandaya dibêje, Şengal ne aram e ya di saziyên çapemeniyê ya nêzî PDK´ê de hêrsa Hecî Faris Çolî radike, û dike ku ew bibêje, "Ev 2 heyv in em hatine. Kesî ji me re ti pirsgirêk çênekiriye. Em bi dilrehetî diçin û tên, digerin."
ÊZDÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Welatiyên ku ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê, dibêjin, mirov li ser axa xwe, li mala xwe be, ji her tiştî baştir e û banga vegerê li koçberên kampan dikin.
Hecî Faris Çolî, hevjîna wî Nûrê û dayika bi navê Ferîde, her sê tevî maliyên xwe ji kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê. Li ser tecrûbeya xwe ji me re peyivîn.
Hecî Faris Çolî ji bajarokê Xanesorê yê ser bi Şengalê ye. Di dema fermana 3´yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê, neçar dimîne ku ji Şengalê derkeve.
Faris Çolî tevî malbata xwe destpêkê diçe Rojavayê Kurdistanê, piştî demeke kurt jî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Li Başûr tevî 50 malbatên din ên Êzidî li dibistanekê tên bicihkirin.
Bi navê Xwedê û Şêx Hadî
Mamê Hecî Faris Çolî, piştî 7 salan û gelek zehmetiyan, di Tîrmeha 2021’ê de vegeriyaye Xanesorê û ji ber vegera xaka pîroz, gelekî kêfxweş bûye. Faris Çolî ewqasî ji ber vegera xwe bextewer e ku dibêje: “Bi navê xwedê, Şêx Hadî em gelek kêfxweş in bi vegerê.”
Mamê Faris bi vegerê re, dest bi sererastkirina mal û derdorê kiriye û jiyanê ji nû ve ava dike.
Faris Çolî li hemberî propagandayên reşkirinê yên di hinek dezgehên çapemeniyê yên nêzî PDK’ê de jî dipeyive, Ev propagandaya li dijî Şengalê îdîa dike ku li Şengalê aramî nîne. Ev propaganda hêrsa Hecî Faris Çolî radibe, û dike ku ew bibêje, "Ev 2 heyv in em hatine. Kesî ji me re ti pirsgirêk çênekiriye. Em bi dilrehetî diçin û tên, digerin."
Şengal axa me ye
Hevjîna Mamê Faris, Nûrê jî ji vegera Şengalê gelekî kêfxweş e û dibêje: “Li kampên Başûrê Kurdistanê îsal ti alîkarî nehatiye kirin. Ji bo belengazan alîkarî pêwîst e, dema neyê kirin jî gelek zehmetiyê dikişînin. Piştî 7 salên koçberiyê, me biryar da ku em vegerin. Li wir gelekî zor bû, niha em hatin warê xwe. Em biçin ku derê jî Şengal her axa me ye, cihê me ye. Her ev der baştir e.”
Êrişên dewleta Tirk
Dayika Nûrê dibêje, ji ber êrişên balefirên şer ên dewleta Tirk, gelek kesên dixwazin vegerin Şengalê, nikarin vegerin: “Her kî vegeriya vê derê, ser çavan. Her kî li kampan man jî xwedê alîkariya wan bike.”
Kamp û kon zehmet in
Yek ji kesên piştî gelek salan li kampên penaberan ên li Başûr ma û vegeriyaye Xanesorê jî dayika bi navê Ferîde ye. Dayika Ferîda jî dibêje, “Mirov li ser erdê xwe be, ji her tiştî xweştir e. Li kampan insan aciz dibû, pirr zehmet bû. Lê piştî vegerê, kêfa me bi axa me tê. Insan li gundê xwe be, li mala xwe be xweştir e. Em gelekî dilxweş û rehet in li ser erdê xwe.”
Dayika Ferîde bang li Êzîdiyên li kampan mane jî dike: “Insan li ser axa xwe be, ji her tiştî xweştir e. Em hemû xwişk û bira ne, em dixwazin ew jî vegerin. Jiyana li kampan a di nav konan de zehmet e.”