Jiyan Argeş û Çekdar şehîd bûn

În 26 Tebax 2022 - 22:42

  • "Di bin fermandariya şehîdan de, li ser xeta şehîdan em ê bênavber têbikoşin û doza xwe ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixin."

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Wanê şehîd bûne, eşkere kir û got, "Di bin fermandariya şehîdan de, li ser xeta şehîdan em ê bênavber têbikoşin û doza xwe ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûne, got,” Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li çar aliyên welatê me li dijî dagirkeran tê kirin, her roj mezintir dibe. Polîtîkaya dewleta Tirk a mêhtinger a ji bo qirkirina gelê me, bi saya vê berxwedana destanî hatiye şikandin. Ev têkoşîna ku bi ked û îradeyeke mezin tê kirin, bêguman bi şehadetan tê meşandin. Hevrêyên me Jiyan, Argeş û Çekdar jî li bakurê Kurdistanê di nava pratîka şerê giran de li qada Wanê pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Her sê hevrêyên me ku 6'ê Tîrmeha 2022’yan di şerê li dijî dijmin de bi rengekî fedaî şer kirin, bi sekneke lehengî şehîd bûn. Şehadeta di têkoşîna azadiyê ya gelê me de, ji bo gelê me û hevrêyên xwe fermana serketina berxwedanê ye. Em soz didin ku di bin fermana şehîdan de li ser xeta şehîdan bênavber têbikoşin û doza me ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixin. Di şexsê hevrêyên me Jiyan, Argeş û Çekdar de soza ku me dane şehîdên xwe hemûyan dubare dikin û diyar dikin ku em ê armancên şehîdên xwe teqez pêk bînin.”

Nasnameya şehîdan jî weke li jêr e:

- Jiyan Çekdar (Şehmîran Karahan) ê li Mersînê ji dayik bûye (Malbata wê bi eslê xwe ji Dihê ye), kurê Guler û Ahmet, 6'ê Tîrmeha 2022’yan li Wanê şehîd bû.

- Argeş Botan (Osman Yildirim Çakar) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Saniye û Mehmet Zekî, 6’ê Tîrmeha 2022’yan li Wanê şehîd bû.

- Çekdar Cîlo (Bahtiyar Kirdag) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Xezal û Mehmet, 6'ê Tîrmeha 2022’yan li Wanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.