‘Jinwar’ li Qamişlo tê nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:46

Belgeflma Jinwar ku li ser gundê Jinwar ên jinan hatiye çêkirin, wê îro li Qamişlo were nîşandan.

Gundê Jinwar ku 25’ê Mijdara 2018’an di nava sînorê bajarê Dirbêsiyê de hat avakirin, bû mijara belgefilm. 

Komîna Film a Rojava li ser jiyana li gund, kar û xebatên wan û hwd. belgefilm çêkir. Belgefilma bi navê Jinwar ku cih dide nêrînên şêniyên gund jî, cara yekem li gund hatibû nîşandan.

Belgefilm wê îro (6 Gulan 2024) jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo saet di 17.00’an de were nîşandan.

Belgefilm wê pişt re jî li bajarên din ên herêmê were nîşandan.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.