Jinên Xwendekar îmze berhev kirin

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:52

  • JXK’ê panelek jî li dar xist û bûyerên li Kurdistanê nîqaş kirin.

Li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi pêşengiya endamên “Jinên Xwendekar ên Kurdistanê” (JXK) ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de îmze hatin berhevkirin.

JXK’ê panelek jî li dar xist û bûyerên li Kurdistanê nîqaş kirin. Di panelê de qala paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a di têkoşîna şoreşger de û girîngiya wê hate kirin.

Jinên Ciwan got, “Em qedexekirina PKK’ê ya ku 28 sal in didome, qebûl nakin û em diyar dikin ku heta ev qedexe were rakirin, em ê nesekinin. Wekî ku Rêber Apo gotiye, ‘Heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Ji ber ku dijmin baş bi vê dizane, ji bo ku civakeke kole biafirîne, dixwaze îradeya jinê bişikîne. Lê em hay ji van polîtîkayên qirêj hene. Em diyar dikin, heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê jî nesekinin.”

Piştî panelê, aktîvîstên TCŞ û TêkoJIN’ê ji bo Meşa Azadî ji Rêbertiyê re ya 13’ê Adarê bang li xelkê kirin da ku beşdar bibin.

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.