Jinên Sûdanî li dijî şer têdikoşin
Pêncşem 6 Adar 2025 - 02:45
Jinên Sûdanê diyar kirin ku tevî zehmetî û astengiyên ku di encama pevçûnên li herêmê rû dane de, ew têkoşîna xwe didomînin. Jinên Sûdanî bi têkoşîna xwe ya li dijî zehmetiyên jiyanî ber bi 8’ê Adarê ve diçin.
8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî nêz dibe û heya niha jî jinên Sûdanê bi kêşe û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ev jî di encama pevçûnên ku li herêmê di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de ji Nîsana 2023'yan ve, rû dane. Jinên Sûdanê li hember hemû kêşeyên di encama şer de xwe didin der li berxwe bide.
Vîna jina Sûdanî temsîl dikin
Rêvebera Qada Tendrustiyê ya bajarê Merwî, Meza Haşêm bi destpêkirina pevçûnan a li paytexta El-Xartûm koçî bajarê Merwî bûye û li wir karê rêveberiya tenduristiyê dimeşîne. Meza Haşêm dibêje: "Piştî pevçûnê carek din min dest bi karê xwe kir. Min gelek bijîşkên jin dîtin ku hêz û vîna jina Sûdanî temsîl dikin. Jinan di şer de destkeftiyên xwe weke bijîşk, dayîk û şoreşger îspat kir."
Em ji warê koç bûn
Rojnamevan Lîna Ehmed a ku ji ber pevçûnan neçar maye dev ji mala xwe berde û koçber bibe jî wiha dibêje: "Ji ber pevçûnên ku li Xartûmê di nava artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de rû dane, me kêliyên bi êş û tirs jiyan. Em li herêmek bi ewle bi cih bûne heya ku şer û pevçûn li herêmên me bi dawî dibin."
Dev ji jiyanê bernedane
Pispora Civakî Teqwa Mubarek bal kişand ser sekna jina Sûdanî ya li hember zehmetiyan û wiha axivî: "Tevî zehmetî û azarên ku jinan ji ber pevçûnên ku rûdane, dîtine, dev ji jiyanê bernedane. Jinan carek din rola xwe di nava bazaran de xurt kirin."
Şîdet beşek ji stratîjiya şer e
Seroka Yekîneya Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jin û Zarokan Sûleyma Îshaq bal kişand ser tundiya ku jin di encama pevçûnan de pê re rûbirû dimînin û got: " Şîdet weke beşek ji stratîjiya şer tê bikaranîn. Ji destpêka pevçûnan ve 556 jin û jinên ciwan ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve bi destdirêjiyê rû bi rû mane."
NÛJINHA/EYA IBRAHÎM/SÛDAN