Li Sûdanê 48 kes hatin kuştin

Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 15:00

  • Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşî gundê Um Garfa yê li eyaleta Bakurê Kordofan ê li navenda Sûdanê kir. Hat diyarkirin ku êrîş roja yekşemê pêk hat. Hat ragihandin ku HPL'ê malên li gund dane ber agir û malên sivîlan talan kirine.

Li gorî daxuyaniya rêxistina civaka sivîl a bi navê Emergency Lawyers a ku binpêkirinên mafên mirovan belge dike, di êrîşê de zarok û jin jî di nav de 48 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku êrîş roja yekşemê pêk hat. Hat ragihandin ku HPL'ê malên li gund dane ber agir û malên sivîlan talan kirine.

Li gorî agahiya ku Emergency Lawyers gihandî AFP’ê, ne tenê li Um Garfa, li gundên derdor jî gelek sivîl mirine.

Li aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji ber şerê li herêmê zêde bûye, zêdeyî 3.000 kes neçar man ku gundên xwe biterikînin. Beşek girîng a van sivîlan, xwe spartin derdora bajarê Bara ya di bin kontrola HPL'ê de.

Artêşa Sûdanê di hefteyên dawî ji bo car din yek ji navendên stratejîk a Bakurê Kordofan, Barayê bi dest bixe gelek operasyon dan destpêkirin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.