- Li Şengalê TAJÊ bi çalakiyekê xwest tavilê Parêzer û malbat karibin Rêber Ocalan bibînin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin û gotin; “Wê civaka Êzîdî xwedî li Rêber Apo derkeve. Ji ber ku em bi saya Rêber Apo piştî fermanê rabûn ser piyan û niha têkoşîna xweseriyê didin. Heya Rêber Apo fizîkî neyê azadkirin û agahî jê neyê girtin, divê em nesekinin.”
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Şengalê têkildarî îddîayên der barê jiyan û tendûristiya Rêber Apo de daxuyaniya da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Axîn ve hate xwendin û hat gotin, kengî dewleta Tirk tengav dibe tecrîdkirina Rêber Apo dişidîne.
Tevgera Jinên Êzîdî diyar kir ku divê hevdîtin di demeke herî zû de bi Rêber Apo re were çêkirin û ev bangawazî kir; “Em daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de agahî ji Rêber Apo û hevalên li gel wî were girtin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ