Jinên kurd nimûne ne
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 02:40
Jinan diyar kirin ku jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng û xwedî biryar in û gotin: "Em hêvîdar in, ev tecrûbeya serkeftî li parêzgehên din ên Sûriyeyê were pêkanîn û jin di sazkirina destûra nû û qanûnan de xwedî roleke girîng bin."
Digel hewldanên berdewam ên avakirina hikumeteke Sûriyeyê ya demokratîk û berfireh dengê jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind dibe û ew dixwazin roleke aktîv û bingehîn di sazkirina siberoja welat de bilîzin. Jinan anî ziman ku bêyî tevlêkirina rastîn a jinan di tevahî aliyan de avakirina Sûriyeya pirrengî ne pêkan e.
Girêdayî mijarê, rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Asya El Elî got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 50 temsîla xwe di saziyan de dikin. Îro jinên herêmê wekî hevserokên saziyên dadgerî, leşkerî û siyasî cih digirin. Jinên li vir xwedî dengekî xurt in û ji bo jinên din ên Sûriyeyê nimûne ne."
Endama Meclisa kantona Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Meyade El Ehmed diyar kir ku jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng û xwedî biryar in û got: "Em hêvîdar in, ev tecrûbeya serkeftî li parêzgehên din ên Sûriyeyê were pêkanîn û jin di sazkirina destûra nû û qanûnan de xwedî roleke girîng bin."
Endama Aboriya Jinan a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Fatme El Hesen got: "Ji bo avakirina Sûriyeya azad a nenavendî, armanca me ew e ku em roleke rastîn bilîzin, bi taybetî di qadên siyasî, aborî û leşkerî de."
ANHA/REQA/DÎMA MIHEMED