Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ev 10 sal in tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) ve tê meşandin. 

Nobetê 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Fransayê Strasbourgê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Niha di hefteya 479'an de dewam dike.

Nobetdarên vê hefteyê jî aktîvîstên SMJÊ´yê Bedîa Emîn, Zubeyde Xebat, Binevş Şengal û Xezne Xalit in.

Bedîa Emîn li ser navê komê got, ew êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 16 û 17'ê Tebaxê yên li dijî Şengalê şermezar dikin. Bedîa Emîn got, ew ê têkoşîna şehîdan bi statuya xweseriya demokratîk a Şengalê tacîdar bikin û ew ê bikin ku dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribin pêşî li daxwaza jiyana azad a civaka Êzîdî bigirin.

Bedîa Emîn anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya hevkarê xwe PDK'ê hewl dide Şengalê dagir bike. Bedîa Emîn wekî din got, muxatebê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan e û got, "Azadiya Rêber Apo ji ber vê yekê girîng e. Ocalan îradeya me ye. Em welatên Ewropayê jî şermezar dikin ku ji bo berjewendiyên xwe yên aboriyê, bazarê dikin li ser gelê Kurd, demokrasî û mafên mirovan. Heta ku Rêberê me, gelê me azad nebe, têkoşîna me wê neqede."

ANF/STRASBOURG