• Li Strasbûrgê nobedarên hefteya 427'an jinên Kurd ên Êzidî ne.

Nobedarên hefteya 427'an jinên Kurd ên Êzidî ne. Endamên SMJÊ ji bo xwedîderketina li Rêber Apo bang kirin.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêber Apo li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) tê meşandin. Nûrê Alkiş, Zero Al, Cîhan Hewran, Fîkriye Ferho û Gule Kûrt nobeda vê hefteyê ji nobedarên hefteya derbasbûyî yên ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê dewr wergirtin.
Fîkriye Ferho li ser navê komê axivî û got, li dijî polîtîkayên komkujiyê divê gelê Kurd bibe yek. Bûyerên diqewimin ne tenê ji bo Kurdên Êzidî, lê belê ji bo Kurdan hemûyan fermana 74'an e. Lewma bi helwesteke hevpar em dikarin li ber zîhniyeta tunekirinê rabin.
Jinên ji SMJÊ bang li Konseya Ewropayê û Saziya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
ANF/ STRASBOÛRG