Jinên Ereb jî nerazî ne

Çarşem 28 Cotmeh 2020 - 23:40

Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bi daxuyaniyekê lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku bi navê jinên li herêmê ew ê nirxên hatine afirandin heta dawiyê biparêzin.

HÊJAR AVESTA
ANF/ŞENGAL


Têkildarî peymana rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, Meclîsa Jinên Ereb a herêma Şengalê, li gundê Bîrcalê yê bajarokê Medîbanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hewldanên fitne û xerabiyê yên dema dawî li herêmê tên kirin û hate ragihandin ku hedefa desthilatdarên mîna PDK'ê ew e ku ewlehiya Şengalê têk bibin û pêşî li vegera gelan a li warê xwe bigirin.
Meclîsê diyar kir ku piştî herêma wan ji aliyê hêzên wan ên bi navê Nesir El Mubîn ve hate rizgarkirin, bi berxwedan û lehengiyeke mezin pêşî li qirkirin, terorê û fermanê girtine.

Dixwazin îradeya gelan bişkînin

Di daxuyaniyê de li ser armanca lihevkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê hat gotin; “Bi komplo û lîstikan careke din dixwazin îradeya gelan bişikînin. Pêkhateyên herêmê xwe li dora fikrên Rêberê Gelan Rêber Apo rêkxistine û şoreşek pêk anîne. Lewma ev hêz bi van hewldanên xwe dixwazin çavên gelan bitirsînin."

Jin dikarin siyasetê bikin

Di daxuyaniyê de bi navê Meclîsa Jinên Ereb, lihevkirina li ser Şengalê hate şermezarkirin û hate gotin, "Em vê lihevkirinê qebûl nakin. Ev lihevkirina PDK û Bexdayê rê li ber qirkirin û fermanên nû vedike. Çawa ku sala 2014'an dest avêtin jinan û firotin, ev lihevkirin jî rê li ber vê yekê vedike. Jinan îro bi fikrê Rêber Apo xwe nas kirine, bi rêxistin kirine û tevlî her qada jiyan û siyasetê bûne. Lewma jin dikarin civakeke demokratîk ava bikin."

Nasir El Mubîn vîna me ye

Di daxuyaniya Meclîsa Jinên Ereb de li ser nirx û hebûna hêzên Nasir El Mubîn jî weha tê gotin: "Hêza Nasir El Mubîn temsîla hebûn û vîna me ye. Bi yekîtî û biratiya navbera ciwanên pêkhateyên Ereb û Êzîdî ev hêz hat avakirin. Bi saya şehîdên me yê qehreman, di kesayeta Nazê Nayif de ku ji bo me bûye dengê berxwedanê û her wiha Nûjiyan, Hebûn, Ronahî û bi hezaran şehîden me yên jin ku xewn û xeyalên wan bû ku Iraqeke demokratîk û Şengalek xweser ava bibe. Herî dawî jî em wek jinên vê herêmê ev nirxên ku hatine avakirin em ê her dem  biparêzin. Em ê her tim li pêşiya leyistok û biryarên wiha bisekinin."


Peymana bêyî gelê Şengalê ne pêkan e

Rêveber û rûspiyên Şengalê yên beriya du hefteyan serdana Bexdayê kirin, ragihandin ku wan nêrîn û daxwaza xelkê Şengalê vegotine û destnîşan kirin, ku peymana bêyî îradeya xelkê Şengalê nepêkane ku bi cih bê anîn.
Hevserokê Meclîsa Xanesorê Daxil Mirad û serokeşîr Xidir Hecî Mîrza diyar kirin ku ji bo nîqaşkirina peymana li ser Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew çûne Bexdayê. Nûnerên gelê Şengalê diyar kirin ku wan di hevdîtinan re ragihandiye ku peyman bêyî îradeya gelê Şengalê hatiye kirin û ji ber vê jî ew ê qebûl nekin.
Hevserokê Meclîsa Xanesorê Daxil Mirad der barê serdana Bexdayê got; “Têkildarî lihevkirina Bexda û Hewlêrê me serdana Bexdayê kir. Me ji wan re ragihand ku em xelkê Şengalê ne, çawa dibe bêyî me li hevkirineke wiha dikin. Me xwest hîn bibin ku nêrîna partiyên siyasî yên li Bexdayê, yên hêzên ewlekariyê li ser mijarê çi ye. Me serdana hemû hêzên siyasî yên ku giraniya xwe li Parlamentê heye, kir. Bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re jî em rûniştin. Ji me re hate ragihandin ku di vê tifaqê de ew jî ne amade bûn, lihevkirin bêyî îradeya wan jî çêbûye. Li gorî çavdêriya me, ev tifaq bi zexta Emerîkayê ji aliyê dewleta Tirk, Hewlêr û Bexdayê ve hatiye çêkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.