Jinên Efgan ji bo Werîşe Mûradî bang kirin

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:10

Jinên Efganistanê, li dijî biryara darvekirina Werîşe Mûradî banga piştevaniyê kirin û gotin:" Îro girtîgehên Îranê tije jinên têkoşer ên weke Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan û bi sedan jinên din e.  Ez weke jinek Efgan, piştevaniya jinên Îranê dikim û bawer dikim ku ger em jin li dijî vê hikumeta dijminê jinan dest bidin destên hev û têbikoşin em ê bi ser bikevin.”

Dadgeha Şoreşa Tehranê ya rejîma Îranê di 10’ê Mijdarê de bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî. Bertekên li dijî cezayê darvekirina Werîşe Mûradî zêde dibin. Jinên Efganistanê piştevaniya xwe ya bi jinên Îranê re ragihandin û banga piştevaniyê kirin.

Em dest bidin hev em ê bi ser kevin

Derûnînas û aktivîsta mafên jinan Yelda Ahmedî wiha got: “Di dîroka Îranê de jinan di têkoşînê de roleke çalak lîstine, heta rêveberiya hinek tevgerên têkoşînê kirine. Têkoşîna jinên Îranê ji bo têkoşîna jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Têkoşerên din ên ku ji vê têkoşînê ders girtine, li dijî rejîma Îranê têdikoşin. Ji dîroka avabûna komara Îslama Îranê her dem zext li têkoşeran kiriye. Weke em dizanin, di dema serhildana Jîna Emînî de hejmarek zêde ciwanên jin û mêr hatin girtin û wan xistin girtîgehan an jî li kolanan hatin qetilkirin. Îro girtîgehên Îranê tije jinên têkoşer ên weke Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan û bi sedan jinên din e. Rejîma Îranê ya ku xwînê dirijîne, dadgehên bê bingeh ava dike û van têkoşeran bi ‘îsyanê’ sûcdar dikin û cezayê darvekirinê li wan dibirin. Ez weke jinek Efgan, piştevaniya jinên Îranê dikim û bawer dikim ku ger em jin li dijî vê hikumeta dijminê jinan dest bidin destên hev û têbikoşin em ê bi ser bikevin.”

Peyama piştevaniya bi jinan re 

Jinek din a ji Rojhilatê Efganistanê Nîlûfer Şuca peyama piştevaniyê ya bi jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re ragihand û got: “Ez û xwişkên xwe yên Îranê, em li ser xakek ku her roj ji aliyê Talîban, rejîma Îranê ve bi hinceta rapoşiyê, bi sûcên li dijî Îslamê, êriş li wan tên kirin. Dema min xebera biryara darvekirina Werîşe Mûradî bihîst, hêrsa min mezin bû. Ez fikirîm ku rejîma Îranê bi van pêkanînên xwe hewl dide dengê jinên têkoşer bitepisîne. Tenê bi girtina Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî û bi hezaran jinên hatine mehkûmkirin têr nabin. Ez weke jinek Efganistanê, bi jinên têkoşer ên Îranê re di nava piştevaniyê de me. Bila bizanibin bi darvekirina jinên leheng wê tu caran tevgera jinan a bi hêz a li Îranê  ranewestînin. Wê rojek were rejîma faşîst a Îranê bikeve nava sergoyên dîrokê.”

NÛJINHA/EFGANISTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.