Jinên dengbêj li Silopiyayê bûn

Sêşem 17 Çile 2023 - 03:48

Jinên dengbêj li Silopiyayê bûn

 

Şaredariya Silopiyayê bernameyê Dengbêjên Jin li dar xist. Jinên dengbêj ên ku derketin ser dikê, bi kilamên xwe beşdar mest kirin. 

Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Dedemokratîk a Gelan (HDP) de ye, li Eywana Konferansan a şaredariyê Roja Dengbêjên Jin li dar xist. Dengbêj Hediye Kalkan, Dengbêj Xalîde û Dengbêj Mizgîn Turan di dîwanê de cihê xwe girtin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên TJA’yê û Komeleya Çand û Hûnerê jî tev li bernameyê bûn. 

Dema dengbêjên jin kilam digotin, jinên din genim dikutan. Di dema strîna dengbêjan de kêliyên hestiyar çêbûn. Her wiha beşdaran jî lîland û govendê girtin. 

Piştî kilaman, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, axivî. Fîdan, spasiya jinên dengbêj kir û got: “Me xwest ku em bernameyeke cuda çêbikin. Ji ber ku herî zêde jin êşan dikêşin. Her roj rastî tundiyê tên û tên kuştin. Lê jin di berxwedana xwe de paş ve gav navêjin.”

 

‘Me dîroka xwe bi kilaman nivîsand’

Piştre parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser rola jinan a di hunera Kurdî de. Îmîr, got: “Gelê Kurd dîroka çanda xwe bi awazên Kurdî nivîsand. Jinan bi deng û awazên xwe ev çand heta roja me anîn. Lê mixabin keda jinan, hunera jin her tim hatiye veşartin. Her kilamek bi navê zilaman hatiye sazkirin. Lê bi awazên van hevalan, ev hunere derdikeve pêşiya me. Kesên ku vê keda pîroz didin, em şagirtên wan in. Ji ber ku hunera me hebûna me ye. Di her qadan de ev sedsal dê bibe sedsala jinan. Êrişên li ser jinan tên kirin, ne yek alî lê piralî ne. Dê jin di hilbijartinê de bersiveke xurt bide van êrişan. Kesek nikare pêşiya jinên kurd bigire.”

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.