Jinên bi saxî şewitandin bibîranîn

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:25

Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê bi boneya bi bîr anîna 19 jinên Êzîdî ku di 3’ê Hezîrana 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo ku nebûn Misilman û rojî negirtin li navenda Mûsilê bi saxî hatin şewitandin, daxuyanî da. Daxuyaniya ku ji aliyê Weqfa Jinên Êzidî ve hat dayîn wiha ye:“Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi ser civaka Êzidî yên Şengalê anî. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîl ketin. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Musil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzdayetiyê dûr xistin û ola Îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne diyar e. Di 3’yê Hezîrana 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê di meha Remezanê de 19 jinên Êzidî ku ji ber dev ji baweriya xwe ya Êzdayetiyê ber nedan, di qefesên hesin de bi saxî şewitandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, bi dinyayê da nîşandan ku DAIŞ rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatine aşkerakirin û tu lêkolîn di vê mijarê de nehatiya kirin. Em di şexsê 19 jinên Êzidî de, hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. Bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan emê hesabê vê bûyerê û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bixwazin û dengê xwe ji bo xweparastinê bilind bikin. Di dawiyê de em wek Weqfa Parastina Jinên Êzidî bang li tevahî jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat dikin ku ji bo darizandina DAIŞ û hevkarên wî, em bi hev re dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.” Têkildarî mijarê berdevka Weqfa jinên Êzidî Seher di derbarê mijarê de axivî û got:“Em vê bûyerê şermezar dikin û weke tol rakirina wê jî duh jineke din a ku êsîr bû hate rizgar kirin û vegeriya ser axa Şengalê.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.