Jinên berxwedêr ên Samûray

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Tebax 2024 - 00:25

  • Hunermend Tim Okamura ji bo balê bibe ser Samûrayên jin ango “Onna-Bugeisha” bi teknîka kolajê û bayaxê gelek wêneyên balkêş çêkirine. Ev jinên berxwedêr di siberojeke dîstopîk de bîneran vedixwînin meydana şer û bi awirên tûj temsîliyeta xwe diselimînin.

Hunermend Tim Okamura bi rêya resman li nasname, hawirdora bajaran, metafor û îkonên çandî dikole. Okamura fîgûrên xwe bêhtir bi rêya kolajê çêdike û bi şêwazeke rasteqîn nêzî fîgûrên xwe dibe. Ji bilî kolajan ew bi hunerên kolanan re jî mijûl e û dixwaze bi nihêrîneke akademîk nêzî hunerên li kolanan bibe. Ew gelek caran bi rêûresmên kevn dadikeve lê di berhemên xwe de cih dide motîfên nûjen jî.

Tim Okamura ku li Kanadayê hatiye dinyayê û niha li Brooklynê hildiberîne, beriya 10 salan navê Tomoe Gozen bihîstibû. Piştî ku wî vî navî bihîst qet jibîr nekir. Ji lewma ev nav navê “jineke berxwedêr” bû ku li Japonyayê ji wan re digotin “Onna-Bugeisha” ango jina şervan. Tim Okamura ji bo jinên berxwedêr ên li Japonyayê dibêje; “Piştî min bihîst ku Samûrayên jin jî li kêleka yên mêr şer kirine û gelek berpirsyarî girtine ser milên xwe, ez şaş mam. Ev helwêsta jinên berxwedêr tesîrekê li min kir. Bi vî awayî rêzeberhemên bi navê “Onna-Bugeisha” ava bûn di serê min de û min wan xêz kir. Ev fîgûrên kum in wan xêz kiriye di siberojeke nêz a dîstopîk de hazir in ku şer bikin û di şerê xwe de bi ser bikevin.

Tim Okamura tevî hevalên xwe beşdarî gelek pêşangehan bûye. Her wiha pirr jî çûye serdana galerî û muzeyan. Lê wî li van pêşangeh, galerî û muzeyan tiştekî ferq kiriye. Di wan berheman de ku dîtiye temsîliyeta jinan pirr kêm bûye û vê mijar3e bala wî kişandiye. Ji lewma biryar daye ku berhemên bi vî rengî çêbike û fîgûrên jin neqandiye ji bo hunera xwe. Tim Okamura bi nihêrîneke rexneyî nêzî muze û galeriyan dibe û dibêje; “Bi awayekî zanebûn muze û galerî jinan paşguh dikin. Nexasim jî li muzeyan ev yek pirr derdikeve pêşiya me. Hin jin hene ku serpêhatiyên wan pirr bi hêz in û heqê van jinan heye ku serpêhatiyên wan li ser tuwalê were şirovekirin. Min xwest bi awayekî akademîk nêzî vê meseleyê bibim û van jinên ku her yek ji wan rengekî temsîl dike xêz bikim.”

Me vedixwînin meydana şer

Di resm an jî kolajên Tim Okamura de jin kîmonoyên bi xeml ango cilêbergên gelerî li xwe dikin. Di destê van Samûrayên jin de şûrê Japoniyan ku jê re dibêjin “katan” heye. Weke ku hin kesan vexwînin meydana şer hatine xêzkirin û awirên wan tûj in. Tim Okamura ji bo fîgûrên xwe baştir nîşan bide sî û ronahiyê pirr xweşik bikaraniye. Wî bedena van Samûrayên jin jî bi awayekî hosteyane teswîr kiriye. Nexasim jî destê wan pirr xweşik xêz kiriye ku xêzkirina destan ji bo şêwekaran tiştê herî zehmet e. Ew bi van fîgûrên xwe yên jin ku her yek weke Samûrayeke jixwebawer derdikeve pêşiya me bi awayên cûda xêz kiriye û mirov dikare wan ji gelek hêlan ve bibîne. 

Serpêhatî şêwazê diyar dikin

Tim Okamura dide zanîn ku ew pirr hez dike rûyê fîgûran boyax bike û çîroka wan veguheze ser tuwalê. Tim Okamura dibêje ku serpêhatiya fîgûran şêwaza wî jî diyar dike û wiha dewam dike; “Gava ez kesekî xêz bikim ez hem li kesayeta wî û hem jî weke insan lê difikirim. Bi vê hişmendiyê ez metaforekê îşaret dikim û serpêhatiya wan xêz dikim. Ev yek ji bo min pirr girîng e. Ji lewma ez bêhtir bi şêwazeke rasteqîn dixebitim. Bi wextê re şêwaza min guherî împastoyê -boyaxa qalind- û ez bi boyaxê fîgûrên xwe diyar dikim. Bi vê şêwazê paşxaneyeke surreal jî ava dikim û teknîka xwe pêş dixim.”

Enerjiya pozîtîf û ruhê xebatê

Tim Okamura hemû jinên ku teswîr kiriye ji nêz ve naskiriye û ji enerjiya wan ya pozîtîf hez kiriye. Ew ji bo vê enerjiyê jî dibêje; “Belkî tiştekî ji rêzê be lê jidil jî ew eşq û ronahiya di dilê van jinên bi hêz de kirin ku dest bi van karan bikim. Çi di resmên berê de û çi jî di rêzeberhêmên min ên Onna-Bugeisha de min ev yek hest kir. Bi ruhê xebatê tevî van jinan pêvajoyeke afirîner dest pê kir û ji bo vê pêvajoyê pirr kêfxweş im. Ji lewma ji bo destpêka karekî beriya her tiştî enerjiyeke pozîtîf hewceye û bi vê enerjiyê mirov dikare berhemên xweşik ava bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.