Jinên basketbolvan ên Qamişloyê 

Nûçeyên Jin

Pêncşem 13 Tîrmeh 2023 - 02:45

EBÎR MUHEMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Jinên ciwan ên basketbolvan ên Tîma Asayîşê diyar kirin ku li pêşberî xeyalên wan zor û zehmetî nebûne asteng, li beramberî her tiştî ew têkoşiyane û armanca wan bipêşxistina basketbolê li Bakur û Rojhilatê Suriyê ye.

Tîma basketbolê ya jinan sala 2018’an li klûba Asayîşê hat damezrandin. Armanca avakirina tîma basketbolê ew e ku jinên ciwan tê de cih bigirin. Li kêleka vê tîmê, dibistana basketbolê ya Suqûr El-Asayîş hat vekirin û temenê beşdariyê ji 7 heta 14 salî ye.

Hala Hemo ya 21 salî ji bajarê Qamişloyê ye, xwendekara beşa Hiqûqê ye û ev zêdeyî 8 salan e bi basketbolê dileyîze. Derbarê gava xwe ya destpêkê û hezkirina beramberî basketbolê de got, “Min ji vê werzîşê gelek hez dikir, ji ber vê yekê beriya sê salan beşdarî klûbekê bûm. Malbata min piştgiriya min kir. Ez hertim rastî gotinên civakê ên nerênî dihatim, min ti caran guh neda gotinên wan.”

Nûr Haco ya 18 salî jî ji Qamişloyê ye. Wê got, “Di sala 2015’an de ez beşdarî Klûba Asayîşê bûm û ev 9 sal in ez bi basketbolê dilîzim. Ji salên destpêkê  heta niha gelek tişt di kesayeta min de bi saya lîstika basketbolê hate guhertin, vê lîstikê hêz li karektera min zêde kir. Basketbol enerjiya min a nerênî ji holê radike, ez ji hemû temrînên xwe razî me.”

 

Sê caran bûn şampiyon

Jiyan Erselan a 18 salî jî ji Qamişloyê ye, ew dibêje, Klûba Asayîşê sê caran li pey hev di gera yekem a sala 2019/2020’an de bûye şampiyon: “Ez refa 12´an dixwînim, hewldaneke mezin dikim da ku hevsengiyek di navbera lîstik û xwendina xwe de çêkim. Dixwazim armanca xwe a şampiyoniya cîhanî pêk bînim û bi hevalên xwe re bi pêş bikevim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.