Jinan şitlên daran danîn

Nûçeyên Jin

Çarşem 8 Adar 2023 - 01:13

Platfroma Jinan a Ekolojîk a Rojava di 15′ê Sibatê de bi armanca parastina jîngehê, hemleyek bi diruşma "Li hemberî çekên kîmyewî ku hewl didin welatê me bikin çolistan û cihê erdhejan, em ê daristanan ava bikin" dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 50 şitilên daran li deriyê Sêmalka danîn û 50 darên din jî li deriyê Welîd ê li kantona Qamişloyê çandin.

Ev hemle wê heta 4′ê Nîsanê dewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.