Jinan serî hilda

Nûçeyên Jin

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:59

  • Li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê girtiyên jin li dijî zext û êşkenceyê 3 roj in li ber xwe didin. 

Li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê girtiyên jin li dijî zext û êşkenceyê 3 roj in li ber xwe didin. 

Li gorî agahiyan, rêveberiya girtîgehê bi zorê li jinan ferz kiriye ku tevlî kûrsên îdareyê bibin. Girtiyên jin ên ku ev zext qebûl nekirine, mafê axaftina bi telefone li wan hate qedexekirin û dema derketina hewşê jî daxistin saetekê.

Her wiha gef û kiryarên xerab jî li jinan hate kirin. Girtiyên jin jî li dijî van zext û zordariyan sê roj berê betanî şewitandin û serî hildan.

Hate ragihandin ku wezîfedarên dewleta Îranê, girtiyên ku serî hildane xistine hucreyan, êşkence li wan kirine û gef lê xwarine. Berxwedana jinan dewam dike. Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe bang li raya giştî kirine.

3 girtî mirin

Li Rojhilatê Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan a bi destê dewleta Îranê zêde bûye. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di rapora meha Îlonê de bal kişand ser zêdebûna bûyerên kuştinê, înfazê, xwekuştinê, êşkence û destgîrkirinê. Li gorî raporê 3 girtî bi rengekî gumanbarî jiyana xwe ji dest dane, kesek hatiye înfazkirin û 8 kolber hatine kuştin, 49 jî hatine girtin.

ÛRMIYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.