Jinan li Parîsê doza Edaletê kir

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 5 Çile 2023 - 02:35

  • Şaredar û hilbijartî li pey pankarta li ser nivîsandî “Erdogan fermana komkujiyê da, heger dewleta Fransayê ne şirîk e, divê vê yekê rohnî bike” meşiyan. 

ERDOĞAN ZAMUR/PARÎS

 

Jinên Kurd û yên Fransî doh li Parîsê ji bo şeş hevrêyên xwe çalakî kirin. Wan bi bîr xist ku du komkujî di nava 10 salan de li du mekanên ji hev kîlometreyek û nîvê dûr pêk hatine. Wan bi meşên bêdeng xwest her du komkujî jî bên rohnîkirin, edalet pêk were.

Çalakiyên gelê Kurd û dostên wî yên li paytexta Fransayê Parîsê, yên ji bo rohnîkirina komkujiyên li dijî gelê Kurd û pêşengên wî, dewam dikin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên kurd a Ewrûpayê (TJK-E) doh jin li ber cihê ku komkujiya Parîsê ya diduyê lê pêk hat, yanî li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kom bûn û ji wir heta bi ber Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê ya ku lê Komkujiya Parîsê ya Yekê lê pêk hat meşiyan.

 

Heger tu ne şirîkê kujeran î rohnî bike

Jinan kulîlk û qurnefîl danîn cihê ku Evîn Goyî (Emine Kara), Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) û Abdurrahman Kizil lê şehîd bûn. Piştre wan berê xwe da avahiya ku lê 9´ê Çileyê 2013´an Sara, Rojbîn û Ronahî lê hatin şehîdkirin û meşeke bêdeng kirin. Li pêşiya korteja meşê wêneyên kesên di komkujiyan de şehîd bûn, hatin hilgirtin. Jinan berdilkên mor li xwe kir, qurnefîl jî di destê wan de bûn. Wan bi meşa xwe ya bêdeng şîna dilê xwe û hêrsa li dijî kujeran nîşan da. 

Şaredara Semta 10´an a Parîsê  Paris û endamên Meclîsa Şaredariyê jî li pişta pankartekê meşiyan ku peyamê wê pirr eşkere û zelal bû: “Erdogan fermana komkujiyê da. Heger dewleta Fransayê ne şirîk e, divê vê yekê rohnî bike”. Di meşê de dovîzên li ser wan nivîsandî “Edalet”, “Em pişta xwişk û birayên xwe yên Kurd bigirin”hatin hilgirtin. 

 

Bila Fransa bi berpirsiyarî rabe 

Şaredara Semta 10´an a Parîsê, yanî semta komkujî lê pêk hatin, Alexandra Cordebard di axaftina xwe ya piştgiriyê de got, “Hem êrişa sala 2013´an û hem ya 2022´yan divê hiqûqê werin halkirin, rohnîkirin. Em peyama, ku divê Fransa van komkujiyan rohnî bike didin. Lazim e Fransa xwe bide ber berpirsiyariyên xwe da ku hiqûqa Fransayê heta bi dawiyê biçe. Lewma heger edalet û heqîqet nebin, em nikarin bi hev re ber bi pêş ve biçin. Weke jinên siyasî yên Fransî, em heyranên wan jinên Kurd in yên ku şer dikin, ew ji bo me mînak in.”

Şaredara Bajarê Mezin a Parîsê Anne Hidalgo jî peyama sersaxî û piştgiriyê ji jinên Kurd re şand. 

Li ser navê TJK-E’yê Melîke Yaşar jî got, kes nikare Tevgera Jinên kurd bi komkujiyan bisekinîne: “Jinên Kurd wê li her warî li ber xwe bidin.” Melîke Yaşar got, ne tenê li Fransayê lê li çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurd dixin hedefa êrişan û wiha peyivî: “Ew dixwazin têkoşîna jinan bişikînin, ji bo vê hewl didin. Lê em, em ê bi berxwedana xwe xweziya wan di qirika wan de bihêlin.”

Ji Akademiya Jineolojiyê, Sarah March jî behsa şehîdên komkujiyên Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînê kir û got, ew ji bo Tevgera Jinên Kurd gelekî muhim in.

Paşê bang hat kirin da ku xelk ji bo rûreşkirina komkujiyan tev li çalakiya şemiyê (07.01.2022) ya li Parîsê bibe.

 

Kulîlk û qurnefîl hene

Hunermendê TEV-ÇAND´ê Diyar Mahrovî jî şehîd bi stranekê bi bîr anîn.

Piştî daxuyaniyan jinan kulîlk û qurnefîl danîn ber deriyê Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê. Li wir komkujiya Parîsê ya yekê çêbûbû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.