Bi pêşengiya jinên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş hat kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meşl ji Çerxerêya Mîzanê ber bi kolana Wadiyê ve dest pê kir.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, endamên Rêveberiya Sivîl û komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdarî meşê bûn. Beşdaran wêneyên Abdulllah Ocalan, pankartên "Jin jiyan azadî", "Tu kes nikare roja me tarî bike" hildan.

Li  kolana Wadiyê, endama Yekîtiyê, Emîne Berkel got, “Em tevahiya şêweyên tundî û koletiyê şermezar dikin ku pergalên kapîtalîst hewl didin li dijî gelê me ferz bikin. Kapîtalîzm vîna azadîxwazan dikuje û dijbertiya projeya xwişk û biratiya gelan dike. Her wiha mirovan ji cewherên wan ê rast dûr bixe."

Emîne Berkel anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye û û armanca wê bidawîkirina ramana azad e: “Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya hevrêyên xwe yên têkoşer ku em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê têbikoşin. Em ji dijminên mirovahiyê re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin."

Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Asya El Hisên jî got, "Em li vir kom bûne da ku bi dengekî bilind bang bikin ji bo ku tecrîda li dijî ramyar û Rêber Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.”

Asya Hisên anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan îspat kirine ku ji pirsgirêkên asêmayî yên Rojhilata Navîn re çareseriya herî guncaw e: ''Ev proje ne li gorî modernîteya kapîtalîst e, lewma tecrîdê li ser Rêbertiyê giran dikin. Armanca me ya pêşîn û dawîn tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.”

ANF / MINBIC