Jinan bi sînemayê Berlîn hejand!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Cotmeh 2023 - 00:07

  • Sînemavanên jin ên Kurd bi filmên xwe Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê xurttir kirin û hunerê wan Berlîn tamijand. Ji xeynî filman, pêşangeh û pirtûkên ku ji bo Jîna Amînî, bi destên jinên hunermend hatibûn hazirkirin jî di festîvalê de cihê xwe girtin. 

FIRAZ BARAN / BERLÎN


Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê cara 13’an tê lidarxistin, wê bi filmê “Kör Nokta” yê Ayşe Polatê dest pê kir. Ji xeynî filmê Ayşe Polatê, gelek derhênerên jin jî bi film û belgefilmên xwe di bernameya festîvalê de cihên xwe girtin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje, îsal jinan mohra xwe li festîvalê da.

Kesên beşdarî festîvalê bûn, ji filmê “Kör Nokta” hez kirin. Ayşe Polat tevî malbata xwe sala 1978’an li bajarê Hamburgê Elmanya bi cih dibe. Perwerdeya Zimanê Elmanî û Felsefeyê bi dawî kiriye. Di van deh salên dawî de jî di warê sînemayê de navê wê tê hilanîn. Heta niha wê gelek kurtefilm, belgefilm û filmên metrajdirêj çêkirine. Wê filmê xwe yê metrajdirêj ê yekem ê bi navê “Auslandstournee” di sala 1999’an de çêkiriye. Piştî vî filmî di gelek filman de weke derhêner, senarîst û çêker xebitiye. Di nav xelatên wê wergirtî de xelata “Leopara Zîvîn” û “Filmê Herî Baş ê Yekîtiya Rexnegirên Elman” jî hene. Ayşe Polat di sînemayê de bi mijarên koçberî, nasnameyên winda û her wiha mafê insanan dadikeve. Wê her wiha di sala 2009’an de filmê komedî yê bi navê “Luks Gluck” jî çêkir. Wê du belgefilmên bi navê “Mîrasgir” û “Yên Din” jî çêkirin û ji bo kanala dewletê ya duyem a Elman ZDF’yê jî wê derhêneriya 5 beşên rêzefilmê babeta wî sûc “Der Staatsanwalt” jî kir. Bi vî awayî di gelek warên sînemayê de cih girt û berhemên ji hev cuda derxistin holê. Wê promiyera filmê xwe yê dawî “Kör Nokta” jî li Berlinale pêk anî û filmê wê ji hêla rexnegirên sînemayê ve hate ecibandin. 

 

Berbû û Nameyên ji Şengalê

Di bernameya festîvalê de filmê “Berbû” yê Sevînaz Evdikê jî hebû. Filmê Sevînaz jî ji hêla temaşevanan ve gelekî hate hezkirin. Di vî filmî de em dibînin ka dagirkeriyê çawa jiyana insanan ser û binî hev kiriye. Karektara filmî ya bi navê Gulê, di nav şer de weke semboleke hêvî û berxwedanê derdikeve pêş. Di filmî de malbateke Kurd heye ku tevî zehmetiyên di nav şer de li ber xwe dide û xwedî li rêûresmên xwe derdikeve. Filmê “Berbû” behsa evîn, fedekarî, rêûresm û berxwedanê dike. Her wiha, filmê Dêrsim Zêrevan yê bi navê “Nameyên ji Şengalê” jî hate nîşandan. Ev film jî behsa rizgarkirina Şengalê û berxwedana şervanan dike. 

 

Paşa, Diya min û Ez

Filmê bi navê “The Pasha, May Mother and I” (Paşa, Diya min û Ez) yê Nevine Gerits jî bal bire ser xwe. Nevine Gerits neviya Ekrem Cemîlpaşa ye ku ew jî yek ji damezirînerê rêxistina Xoybûn bû. Ew li Zanîngeha Brûkselê ya Huner li Sint Lukas di warê sînemayê de perwerde bûye. Di navbera salên 2000 û 2015’an de di televizyonan de weke nûçegîhan, edîtor û lêkoler xebitiye. “The Pasha, May Mother and I” yekem belgefilma wê ye. Ew di vê belgefilma xwe de diya xwe dide ber hin pirsan û hewl dide bersiva van pirsan fêr bibe; “Em xwedî kîjan mîrasê ne? Em dikarin rabuhiriya xwe çawa bi mane bikin? Ji bo ku nifşên siberojê nasnameya xwe ava bikin em ji vê mîrasa heyî çi didin wan?”

 

‘Yadê’ û ‘Escape’ jî hatin nîşandan

Stranbêj Deniz Deman ku heya niha çar albûm derxistine, di van salên dawî de hewl dide bi sînemayê re mijûl bibe. Wê belgefilmeke bi navê “Yadê” û kurtefilmekî bi navê “Escape” çêkiriye. Her du berhemên wê yên sînemayê jî di bernameya festîvalê de cih girtin.

 

Ji bo Jîna Amînî pirtûk û pêşangehek

Di festîvala îsal de di şexsê Jîna Amînî de serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê jî hate bibîranîn. Bi vê armancê li Sînemaya Babylonê ku weke keleha berxwedanê ya li hember faşîzma Hîtler tê zanîn, pêşangeheke resman jî hate vekirin. Di pêşangehê de resmên ku Clara Gilod ji bo Jîna Amînî çêkiribûn hatin nîşandan. Her wiha psikoterapîsta bi navê Zilan Sarah Kössler jî ji pirtûka xwe ya bi navê “Jîna” ku bi Elmanî nivîsandiye, çend beş xwendin. Zilan Sarah Kössler got; “Min ev pirtûk ji bo zarokan hazir kiriye. Min ji zarokan re behsa Jînayê kir.” Resmên ku di pirtûka “Jîna” de cih digirin jî yên Clara Gilod in ku wê ji bo Jîna xêz kirine. 

 

Ji bo Jîna Amînî rahêja qelêmê

Wênesaz Hatice Aktaş jî wêneyên xwe yên ku ji bo Jîna Amînî çêkiribûn di pêşangehekê de nîşan dan. Hatice Aktaş weke girtiyeke siyasî di navbera salên 1992 û 2004’an de li zindanên Tirkiyê maye. Ew dide zanîn ku bi awayekî profesyonel wênayan çênake lê ji bo xatirê Jîna Amînî çend wêne çêkirine. Hatîce Aktaş got; “Di dema dibistanê de ji bo pêşbirkan min gelek wêne çêkirin. Her wiha di dema zindanê de jî tevî hevalên li wir min xêz dikir. Piştî hatim Elmanyayê, min dev ji çêkirina wêneyan berda. Lê bi şehîdbûna Jîna Amînî re careke din min rahişt qelemê û wêne çêkirin. Min ev wêne ji bo Jîna çêkirin.”
Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê dê heta 12’ê meha Cotmehê (sibe) dewam bike.

 

Binevşa Bêrîvan bi Xamatî û Zarok

Binevşa Bêrîvan

 

Binevşa Bêrîvan jî di beşa pêşbirka kurtefilmên Kurdî de weke serokê juriyê cih digire. Binevşa Bêrîvan a weke derhênereke jin bi kurtefilmê xwe yê “La Mélodie du Petit Chateau" û "Serpêhatiya Telefonê” hate naskirin. Bi van filmên xwe ji festîvalên dinyayê gelek xelat jî wergirtin. Filmê wê yê “Sidewalk” ji bo Clermont-Ferrand hate neqandin û filmê wê yê bi navê “Trace, le Peuple du Paon" jî li ser kanala Arte hate nîşandan. Kurtefilmê wê yê bi navê “Guardians” jî di sala 2018’an de li festîvala CINEMED ya li Montpellier xelata “Canal+” wergirt. Wê piştî demeke dirêj yekem filmê xwe yê metrajedirêj yê bi navê "Xamatî û Zarok” bi dawî kir û niha ew haziriyê dike da ku filmê xwe bişîne festîvalan. Ew di vî filmê xwe de behsa heyfhilanîna jinekê dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.