Festîvala Filman a Zagros sînoran radike

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Sibat 2025 - 00:33

Festîvala Filman a Zagrosê ku navê xwe li çiyayên Zagrosê girtiye, wê di tevahiya meha sibatê de 20 filman bêpere pêşkêşî temaşevanan bike.

Festîvalê di 1’ê Sibatê de dest pê kir. Di festîvalê de filmên ku bi zaravayên cuda yên kurdî hatine kişandin hene. Hemû iîlm dê bi jêrnivîsa îngilîzî bên nîşandan.

Di festîvalê de bi mebesta ku di cîhana sînemayê de zêdetir derkevin pêş, qadekî taybet ji bo derhênerên jin hatiye vekirin.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera festîvalê hatiye weşandin, berpirsê festîvalê Sîmon Silêmanî gotiye ku ev festîval weke yekemîn festîvala filmên kurdî ya online ye û herwiha derfeteke bêhempa ye ji bo pêşkêşkirina mîrata çandî ya dewlemend û cihêreng a Kurdistanê û hêza sînemayê ji bo temaşevanên cîhanî.

Herwiha Silêmanî dibêje: “Festîval sînoran bêwate dike û hemû kurdên cîhanê û her kesên ku bi çanda kurdî re eleqedar dibin, digihîne hev.”

Filmên di bernameya festîvalê de bi rêya lînka li jêr tên temaşekirin; 

https: //zagrosfestival.com/wp-content/uploads/2025/02/Zagros2025-Film-Festival-Program.pdf

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.