Jina şidet û dagirkerî red kir

Pêncşem 25 Mijdar 2021 - 23:19

  • Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya “Li dijî tundî û dagirkeriyê têbikoşe” bi hezaran jinên herêma Cizîrê daketin meydanan.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya “Li dijî tundî û dagirkeriyê têbikoşe” bi hezaran jinên herêma Cizîrê daketin meydanan.

Şêniyên Qamişlo li çerxerêya Şehîd Osman Sebrî (Qermûtî) kom bûn û meşek li dar xistin. Wan got, "Erê ji îradeya jinê re, na ji tundiya li dijî jinan re", "Hevrîn sembola yekîtiya jinê ye". Meş li çerxerêya Şehîd Rûbar a li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner veguherî mitîngê. 

Li Amûdê jî şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl û jinan berê xwe da Qada Şehîd Cîhad û meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên bang hat kirin da ku şideta li dijî jinan bê rawestandin. Meş li Qada Jina Azad veguherî mitîngê.

Jinan li Tirbespiyê bi heman armancê meşek li dar xistin. Meşê ji pêşiya navenda Kongereya Star a navçeyê dest pê kir. Meş li pêşiya navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Meclisa bajarokê Hilwa, Fehîma Temo got, "Dewleta Tirk a dagirker jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û armanca wê ji vê yekê ew e ku îradeya civakê bişkîne."

Bi sedan şênî û pêkhateyên navçeya Çilaxa li çarxerêya şehîd Mehsûm a li navenda navçeyê kom bûn û meşiyan.

Meş li ber garacê veguherî mitîngê. Piştre yek ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk, Daliya Henan axivî û her sê xwişkên Mîrabal ên ji bo azadiya jinê xwe fedayî kirine, bi bîr anîn.

Li navçeya Girkê Legê jî meşê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Ji rêveberên Kongra Star a navçeyê, Semîra Yûsif got, "Me hêza xwe ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girt û ew ji bo rizgarkirina jinê têkoşiya."

Li Rojava wekî din li Til Koçer, Dêrik, Til Birak, Til Hemîs, Hesekê, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê û Holê çalakî hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.