Jina Pirtikê û hunerê wê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Çile 2021 - 00:33

Helen Naha dayikeke semyana malê ye di nava eşîra xwecihên Emerîkî ya bi navê Hopî. Li nav vê eşîra li Arîzoyê, her dayik semyanên malê ne. Ew sala 1922´yan li Polacca ya li Arîzonayê hatiye dinê û yek ji hunermendên navdar ên hunerê çêkirin û xemilandina sewîl, şerbik û cerên Hopî ye. Helen Naha gava ku 71 salî di 1993´yan wefat kir, li pey xwe gelek zarok û neviyên xwe yên hostekarên heman hunerî hiştin. Yek ji wan jî Tyra Naha ye.  

Hostekariya Helen Naha elaqedarî xwesûya wê ye hinekî. Ew bûka Paqua Naha bûye. Ew jî weke Jina Beqê ya Yekê navdar e ji ber ku li ser sewîl, şerbik û cerên xwe weke mohra xwe, wê şiklê beqan xêz dikir. Helen Naha xwe bi xwe fêrî vî hunerî kir, lê gava ev kir jî wê da ser rêya stîla hunerê xwesûya xwe û dişa xwe Joy Navasie - ew jî weke Jina Beqê ya Duyê tê nasîn. 

Dîzaynên wê bi pirranî li ser esasê wan parçeyên li xirbeyên Awatovî hatine dîtin, hatine çêkirin, nexasim jî stêrk û şiklên geometrîk ên Awatovî. Ev xirbe nêzî erdên warê Hopiyan in. Ew bi pirranî hem hundir û hem jî nava şerbik, sewîl û cerên xwe şahîk dike û wan bi rengên reş û sor dixemilîne. 
Ji xwesûya wê re Jina Beqê dihat gotin, lê ji wê re Jina Pirtikê hat gotin, ji ber ku pirtikê ku wê li ser berhemên xwe xêz dikir, şûna mohra wê digirt. 
Îro roj di nava xwecihên Bakurê Emerîka de bi hostekariya xwe hatiye qebûlkirin. Komeleya Hunerên Xwecihên Emerîka ya Başûrrojava, ji bo rûmeta wê Xelata Bibîranîna Helen Naha dide.
 

Eşîra Hopî  

Eşîra Hopî ji eşîrên xwecihên Bakurê Emerîkayê ye. Piştî kolonîkirina warê wan, ew li Rezervata Hopî hatin bicihkirin yan jî hepskirin. Ev dever jî li bakurrojhilatê Arîzonayê ye. Ev eşîr wextekî weke parçeyekî mezin ê şaristaniyeke xurt li Arîzonayê dima, lê li gorî serjimara sala  2010´an ji ber wê şaristaniya xurt ti tişt nemaye: 19,338 nefsên ji eşîra Hopî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) mane. Lê belê, dîsa jî statatuya eşîrê ya di nava DYE´yê de weke neteweyeke serwer e. Yanî gava ew bi hikûmeta federal a DYE´yê re fermî dide û distîne, weke hikûmetek bi hikûmeteke din re bide û bistîne, tê qebûlkirin. Hin gund li gorî Destûra Hopî û qanûnên Hopiyan xweser in di nava warê Hopiyan bi xwe de. Zimanê Hopiyan yek ji 30 zimanên Uto-Aztekî ye. Mezinahiya erdên Rezervata Hopî jî 6 hezar û 557 kîlometroyên bi çarçik e. 

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.