Jina pêşî bûyî firewn Sobekneferu

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:00

  • Di nav van firewnan de bi giştî navê yên mêr tên bi lêv kirin lê dema   mirov baş li wan deman hûr dibe, mirov liqayî firewnên jin jî tê. Weke Sobekneferu ku jina yekem a firewn a ku di qeydan de navê wê heye.

Dema mirov li şaristaniyên kevn yên Misrê dinihêre û dixwîne, mirov rastî gelek agahî û navên firewnan tê. Mirov dikare bibêje ku gotina “firewn” dihat maneya şaristaniya Misrê ya kevn bi xwe. Ji ber ku kesên navê “firewn” li wan bû, xwediyê her tiştî bûn û dilê wan çi bixwesta, dikaribûn wê bikin. Ew hêz û ezameta wan li ser civakê hebû. Ji hikûmdarên wê demê re “firewn” dihat gotin; li gorî nivîsên li ser hiyeroglîfan, peyva firewn tê maneye “mala mezin” jî. 

4 salan hikum dike

Di nav van firewnan de bi giştî navên yên mêr tên bilêvkirin, lê dema mirov baş li wan deman hûr dibe, mirov liqayî firewnên jin jî tê.

Gelekan ji me navê Tut, yê Tutankamun û Ramses bihîstiye, lê me navê Sobekneferu yanî jina yekem a li gorî qeydiyan bûye firewn, zêde nebîhistiye! Sobekneferu weke jineke firewn piştî birayê xwe Amenemhat IV (dibe ku ne birayê wê be jî, ev agahî baş nehatiye zelalkirin) dibe hikûmdarê Misrê û navê firewniyê lê tê kirin.  

Sobekneferu di nava salên 1810 - 1789 (çavakaniyên cihê firewntiya wê di nava van salan de lê ne weke hev bi cih dikin) beriya mîladê de qederê 4 salan li Misrê hukim kiriye. Di nav “Lîsteya Keyayan a Torîno” de cih digire. Ev lîste li ser papîrûsan hatiye girtin û navê hemû firewnan di wir de hatiye nivîsandin. Li gorî agahiyan Sobekneferu yekem firewna jin e ku hemû peywirên şaristaniyê bi cih anîne û civak bi rê ve biriye. Piştî çar salan hikumraniya wê bi dawî dibe û îro ew weke yekem jina firewn tê naskirin. Sedema firewniya wê ew e ku birayê, ti waris, yanî paşiyê mêr li pey xwe nehiştiye. Jixwe, piştî mirina wê xanedaniya 12´an bi dawî dibe û xanedaniya 13´an dest pê dike.

Navê xwe ji xweda ‘Sobek’ tê

Sobekneferu, navê xwe ji xwedayê ku serê wî weke yê tîmsahan e, ango yê bi navê “Sobek” digire. Sobek nîşaneya berhemdarî û qehremaniya leşkerî dihat dîtin, ji ber van sedeman, Sobekneferu ev nav ji xwe re hilbijart û wê xwest bi vî navî hêza xwe biselimîne. Li gorî agahiyên li ser “Lîsteya Keyayan a Torîno” Sobekneferu 3 sal, 10 meh û 24 rojan hukim kiriye. Lê wekî din di dema wê de çi qewimiye zêde agahî tine ne. Wisa tê texmînkrin ku pîramîda li hêla bakur ya bi navê “Mazghuna” ya ku nehatiye temamkirin ji bo wê hatiye çêkirin. 

Hatshepsut û Nefertiti

Piştî Sobekneferu, jina duyem a ku bûye firewn, Hatshepsut e. Ew ji firewnên xanedana 18´an e û 21 salan hukim dike. Di navbera salên 1507 û 1458’an beriya mîladê de dijî. Li gorî jineke firewn hêzeke wê ya mezin hebû û li Misrê kiribû ku şer raweste û aramî dest pê bike.

Ew jina sereke ya firewn Thutmose II ye û tenê warisekî wî yê mêr heye, ew jî ji jineke din e û tenê 2 salî ye. Ji ber wê jî Hatshepsut weke wekîl pêşî firewniyê dike, lê paşê xwe disipêre bavê xwe Thutmose I û esas bi tena serê xwe dibe firewn. Piştî dimire ew jî li “Newala Keyayan” li gel bavê xwe Thutmose I. tê veşartin. 

Her çiqas weke firewn navê wê nehatibe qeydkirin jî em navê Nefertîtî jî weke keybanûyeke bi hêz û navdar dibihîsin. Ji ber ku dema biryar dihatin girtin, hêza wê jî weke hevjînê wê Akhenaton bû. Wê jî dikaribû weke Akhenaton derheqê her tiştî de biryarê bide û van biryaran bêyî wî bi cih bîne. Her wiha di nav civakê de jî qedrê wê dihat girtin û weke keya peywir bi cih dianîn. Lê piştî nexweşiyekê Akhenaton dimire. Nefertiti jî weke keybanû demekê hukim dike, heta ku teqrîben 1330´î beriya mîladê dimire.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.