HPG'ê Dîlan Cizîr bi bîr anî ku 27'ê Kanûna 2017'an şehîd bû û soza serxistina armanca 'Rêbertiya Azad, Kurdistanê Azad' nû kir. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin:"27'ê Kanûna 2017'an di êrîşeke dijmin de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jin a leheng a Cizîra Botan û dilxwaza azadiyê hevrêya me Dîlan Cizîr şehîd bû. Bi dilxwaziya azadiyê ya di dilê xwe de, berê xwe da çiyayên Kurdistanê, di her kêliyê de, li ser her rêyê û bi her hevrêyên xwe re bi azadî jiya. Hevrêya me Dîlan bi meşa xwe ya bi pîvan li nava têkoşînê bû milîtaneke mînak a PKK û PAJK'ê. Di salvegera şehadeta wê de em hevrêya xwe Dîlan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin têkoşîna wê bi ser bixînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêya xwe em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Cizîra Botanê û gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Hevrêya me Dîlan li Cizîra Botan li gundê Heblerê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Ji ber karên xwe yên serketî di sala 2012'an de di êrîşên qirkirina siyasî de hate girtin û nêzî salekê li Mêrdînê li zindanê hate girtin. Ji sala 2015'an û pê ve beşdarî nava Berxwedana Xwerêveberiyê bû, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi kesayetiya xwe ya durust û sade, bi sekna xwe ya biryardar a li ser xeta azadiya jinê rengê xwe da her qadê. Bi taybetî bandor li hemû hevrêyên li derdora xwe kir. Hevrêya me Dîlan kesayetiya xwe ya ji çanda qedîm û welatparêziya kûr a Botanê bi pîvanên azadiyê yên jinê û felsefeya Apoyî re kir yek, bi gavên ji xwe bawer di meşa azadiyê de meşiya. Weke hevrêyên wê em soz didin ku armanca Rêberê Azad, Kurdistana Azad a hevrêya xwe Dîlan bi ser bixînin."

Agahiyên têkildarî nasnameya şehîd de wiha ne;

Dîlan Cizîr (Dîlek Yildiz), li Şirnexê jidayîk bûye, 27’ê Kanûna 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN