• Di 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin. 

Di 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin. Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxaneyê de dihat dermankirin. Lê doh sibehê jiyana xwe ji dest da.


Di 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat ya Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner dema di mal de razayî bû, hevserê wê neftê bi ser de kiribû û agir pêxistibû.

Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê de dihat dermankirin.

Li gorî agahiyên bavê Şinyarê dane Rojnews, doh sibehê Şinyar jiyana xwe ji dest daye. Hat gotin wê cenazeyê wê ber bi goristana Seyîdsadiq ve were birêkirin.

Şinyar temenê wê 21 sal bû, dayîka du zarokan bû û ji sedî 85’ê bedena wê şewitî bû. 

SILÊMANÎ