Jina ducanî bi êşkenceyê kuştin

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:34

  • MÎT’a Tirk li girtîgeheke li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî jineke ducanî kuşt. Jina hatî kuştin beriya demekê tevî hevjînê xwe ji pêşiya Nexweşxaneya Qenber a li navenda Efrînê hatibû revandin.

MÎT’a Tirk li girtîgeheke li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî jineke ducanî kuşt. Jina hatî kuştin beriya demekê tevî hevjînê xwe ji pêşiya Nexweşxaneya Qenber a li navenda Efrînê hatibû revandin.

Çavkaniyekî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re ragihandiye ku Istixbarata Tirk (MÎT) jineke ducanî li girtîgeha dibistana Emîr Xubarî ya li navenda bajarê Efrînê, bi êşkenceyê kuştiye.

Li gorî çavkanî, navê jina hatî kuştin Nemet Behcet Şêxo ye (32), navê hevjînê wê jî Xelîl Nesan e (36) û ji şêniyên gundê Qûpê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ne.

Çavkanî destnîşan kir ku êşkence li Nemet Şêxo û hevjînê wê kir, her wiha 6 saetan li ser hev lêpirsîna wan hatiye kirin.

Çavkanî teqez kir ku MÎTê gef li malbata Nemet xwariye ku eger sedemên kuştina keça xwe di girtîgehê de eşkere bikin, wê wan jî birevînin her wiha ji wan xwestiye ku bêjin keça wan di meha 6’an de ducanî bû û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye.

Çi bi serê hevjînê Nemet jî heta niha ne diyar e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.