Jin wê cîhanê rizgar bikin

Nûçeyên Jin

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 00:31

Fermandariya Biryargeha YJA Starê bi daxuyaniyekê çalakgerên fedaî yên li Mêrsînê silav kirin û got, “Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingehê azadiyê serê jinan hemûyan bilind kirin. Em vê çalakiya wan a bi heybet bi serbilindî silav dikin, pîroz dikin.”

Di çalakiya gerîlayên YJA Starê ya 26´ê Îlonê de, du gerîlayan xwe bêyî ku haya dewleta Tirk jê çê bibe gihand nava dilê navendeke polêsên Tirk a li Mêrsînê û çalakiyeke fedaî li dar xist. HPG´ê pêr nasnameya herdu gerîlayan weke Sara Goyî û Rûken Zelal eşkere kiribû. 

YJA Starê ji bo her du gerîlayan got, “Em van şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi bîr tînin. Li cihên ku dijmin herî zêde pê piştrast bû, van hevrêyên me bi xwînsarî, wêrekî û biryardariyeke mezin li ser xeta Rêber Apo xwe gihandin azadiyê û sekna gerîlayên jin ên rêxistinbûyî temsîl kirin. Em çalakiya bi heybet a van hevrêyên xwe bi coş silav dikin, pîroz dikin.

Çalakiya bi biryar û rêxistinbûyî ya bi heybet a hevalên Sara û Rûken, temsîla sekna jina azad a bi afirîneriya Rêber Apo, gihandiye asta bilind. Di nava van şert û mercan de ku komkujî li ser nirxên me tê ferzkirin, ev hevrêyên me bûn hêza lêdanê û pêkanînê ya tercîha jiyana azad, îrade û rûmetê. Di pêvajoyeke dîrokî de weke hêza hesabpirsîna ji êrişên li dijî gelê me, jinan û gerîla; hevalên me bi rengekî rêxistinî, bi têkbirina astengiyên îstîxbarî, teknîkî û şopandinê, xwe gihandin hedefa xwe, çalakî pêk anîn û mîna hevrêyên me yên li qadên berxwedanê yên Behdînanê, bûn xwedî sekneke Zîlanî û pêşengiya YJA Starê gihandin asta herî bilind.

Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingehê azadiyê, jin hemû serbilind kirin. Di şexsê hevrêyên xwe Sara Goyî û Rûken û hevalên me yên di şerê berxwedanê yê Behdînanê de şehîd bûn, şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, vê çalakiya bi heybet bi rûmeteke mezin silav dikin, pîroz dikin. Em dibêjin, 'Jin wê cîhanê rizgar bikin'."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.