HPG'ê ragihand ku gerîla Jîn Ronî (Dîcle Uzum) li Botanê şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"27'ê Tîrmeha 2021'ê artêşa Tirk a dagirker li devera Meydana li navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Piştî êrişên giran ên hewayî bi helîkopteran dagirker li herêmê hatin danîn û di navbera wan û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêya me Jîn Ronî ku li dijî artêşa Tirk a dagirker bi lehengî şer kir û derbên giran lê dan, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, û şehîd bû."
HPG´ê nasnameya şehîdê wiha eşkere kir:
* Jîn Ronî (Dîcle Uzum) a li Êlih ji dayik bûye, keça Asiye û Huseyin, 27'ê Tîrmeha 2021´ê li Botanê şehîd bû.
HPG´ê got, "Hevrêya me Jîn li Êlihê ji dayik bû. Zarokatiya xwe li Êlihê derbas kir û kesayetiya wê li vê xaka pîroz ava bû. Malbata wê ji ber zextên dijmin û sedemên aboriyê koçî metropolên Tirkiyeyê kir." Gava ku li zanîngehê dixwend tevlî nav refên gerîla bûye. Ji bo wê HPG wiha dewam dike: "Piştî ku tevlî nava refêng gerîla bû, bi hevrêtiya di dilê xwe de, bi nêzîkatiya xwe ya bêhesab, bi sekna xwe ya hezkirinê bû xwedî tevlîbûneke bi mînak. Di demeke kurt de bû gerîlayeke jin a şareza. Beşeke mezin a pratîka xwe ya gerîlatiyê li Avaşînê kir. Hêrs û kîna xwe ya li dijî dijmin bi pratîka xwe ya li vê qadê veguherand îdîayeke xurt û di vê îdîaya xwe de serketî bû. Weke fermandareke pêşeng a YJA Starê pirsgirêkên gelê me yên di bin dagirkeriya
Tirk de baş fêhm kir.
Hevrêya me Jîn bi sekna xwe ya bêtawîz a li dijî dijmin, bi israra xwe ya di azadiyê de bû pêşenga jinên Kurdistanê. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me ya leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê û azadiya Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin."
BEHDÎNAN