• Nobeda ji bo azadiya Rêber Apo li Strasburgê li ber Konseya Ewrûpayê pêk tê di hefteya 431an de didome. Aktivîstîn TJK-Eʼyê nobet ji hunermendên TEV-ÇANDê girtin.

BARIŞ BALSEÇER
STRASBOURG

Nobeda ji bo azadiya Rêber Apo li Strasburgê li ber Konseya Ewrûpayê pêk tê di hefteya 431an de didome. Aktivîstîn TJK-Eʼyê nobet ji hunermendên TEV-ÇANDê girtin.
12ʼê Îlonê li cihê nobet lê tê girtin, sazî û dezgehên Kurdistanî, demokrat û çepgiran daxuyanî dabûn û piştgiriya xwe bi pêngava KCKê ragihandibû re eşkere kiribûn.
Nobedarên vê hefteyê 2 hezar kîlometre rê hatine. Nobedar ji Danîmarka, Swêd û Norvêçê hatine. Endamên TJK-E Menîce Yigit, Zelîha Dogan, Lida Weerts, Ferîşte Mohammedî û Cîhan Şengal nobedarê vê hefteyê ne.
Nobedaran xwestin pêngava KCKê li dijî faşîzmê daye despêkirin divê were mezinkirin û ev yek di serî de gelê Kurd erka her kesê bindest, demokrat û azadîxwaz e.
Yek ji nobedaran Zelîha Dogan da zanîn ku ew ji Danîmarkayê hatiye û li ser navê Meclîsa Jinan beşdar dibe û xwest her kes cihê xwe di nava pêngavê de bigire.