Jin li dijî şidetê xurt in

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:10

  • Li Bajarên Elmanyayê Frankfûrt, Berlîn û Dusseldorfê, li paytexta Fransayê Parîsê û li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi rasthatina 25´ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê çalakî hatin lidarxistin. 

Li Bajarên Elmanyayê Frankfûrt, Berlîn û Dusseldorfê, li paytexta Fransayê Parîsê û li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi rasthatina 25´ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê çalakî hatin lidarxistin. 

Li Frankfurtê bi pêşengiya YJK-E Hessenê û bi tevlîbûna saziyên jinan meş û mîtîngek hat lidarxistin. Bi sedan jin li Frankfûrt Hauptbahnhofê hatin cem hev. Jinên Kurd alên TJK-E û wêneyên di serî de yê Arîn Mîrkan ku sembola berxwedana Kobanê ye, Denîz Poyraz, Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz, Roza Luxemburgê hilgirtin. Jinan her slogana

“Jin, Jiyan, Azadî” got û heta bi Frankfurt Opernplatzê meşiyan.

Li navenda bajarê Frankfûrtê jî şanoyeke li ser şideta li dijî jinê hat nîşandan.

Şideta li dijî jinê siyasî ye

Bi heman minasebetê, li Berlînê, li Nettelbeekplatzê mîtîngek hat lidarxistin û hat gotin, komjujiyên li dijî jinan siyasî ne. Tora li dijî Qirkirina Jinê (Netzwerk gegen femînîzîde) mîtîng organîze kir. Jinan li Nettelbeekplatzê civiyan; ev meydan weke “Meydana berxwedanê” hatiye binavkirin. Di daxuyaniya Yekîtiya Jinên Sosyalîst de hate gotin ku qetlîamên jinan yên li Elmanyayê ne yek yek in, lê polîtîk in.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Dest-Danê jî hat gotin, jinên Kurd li hemberî çanda tecawizê ya sîstema zilamsalar têdikoşin. Mîtîng bi gotina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Bi têkoşînê zora şidetê bibin

Meşa 25´ê Mijdarê ya li Dusseldorfê bi tevlîbûneke berfireh rengîn derbas bû. Jin li ber DGB Haûs kom bûn û wan li wir mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Berdevka YJK-E Ayten Kaplan got, “Şidet ne takekesî yan jî malbatî ye, pirsgirêkeke civakî ye. Ji bo vê jî pêwîst e em civakê biguherînin. Heger em civakê neguherînin divê em ji bîr nekin ku em ê tim rastê şidet û qetlîamê bên.”

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî got, “Tenê heger em têbikoşin, em ê bikarin pêşiya şidetê bigirin.”

Piştî mîtîngê meşek hat organîzekirin. Hin jinan gul dan jinên li derdorê û li ser karta li ser gulan jî “Rizgariya jinê rizgariya civakê ye” hatibû nivîsandin.

Bablekan xweparastin e 

Bi pêşengiya 60 rêxistinên jinan gelek jin li Parîsê daketin meydanan û li dijî pedofîliyê meşiyan. Jinên Kurd bi pêşkêşkirina govenda Bablekanê, bal bire ser polîtîkayên qirkeriyê yên heyî. Çalakiyê ji Meydana Republique dest pê kir. 

Di çalakiyê de jinan dovîzên lin ser wan nivîsandî “Xwe biparêze”, “Bila dawî li qirkirina jinan bê” û “Sîstem şidetê hildiberîne”, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin. Jinên Kurd, T-shirtên li ser wan nivîsandî “Xwebûn, xwe parastin, Jin, Jiyan, Azadî- Sara, Rojbîn, Ronahî” li xwe kirin û govenda “Bablekan” gerandin.

Ji girtiyên azadiyê re name şandin

Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê li Londonê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê name şandin ji jinên hepsî yên li Tirkiyeyê re. Endamên înîsiyatîfê li ber Postxaneya Haringeyê hatin cem hev û name ji girtiyên azadiyê yên jin  re şandin. Berdevka înîsiyatîfê Jinê Besîme Basar îşaret bi 25’ê Mijdarê kir û got, di encama polîtîkayên dewleta Tirk ya li ser bedena jinê, bi hezaran jin dîl hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.