Jin jiyan azadî li Elmanyayê reng veda

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 19 Hezîran 2023 - 02:27

LEYLA AKARSU-M. ZAHÎT EKÎNCÎ/GELSENKIRCHEN

 

Îsal Festîvala Jinan a Zîlan ji bo cara 17´an li bajarê Elmanyayê Gelsenkirchenê hat lidarxistin. Di çarçoveya berxwedan û têkoşînê de “Jin Jiyan Azadî ji Kurdistanê ber bi Cîhanê ve” peyama sereke ya festîvalê bû. Tevgera Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Festîval organîze kir. 

Li ser navê YJK-E, aktîvîst Ayten Kaplan, got, ew vê festîvalê di şexsê şehîda Komkujiya Parîsê ya Duyem Evîn Goyî de diyarî şehîdên jin dikin. 

Pêşî koma Kevana Zêrîn derket ser dikê û pê re jî hunermend Firmêsk. Li meydana festîvalê jî gelek dezgeh hatibûn danîn. Dezgehên aktîvîstên Elman, dezgehên xizmetê yên çay, qehew, yên kitêban, yên Weqfa Jinê ya ji Holandayê, dezgehên firotina mîwe û xwarinan hebûn. Yek ji van dezgehan a herî balkêş di wê kela germa havînê de ya çêkirin û firotina mehîrê bû. 

Wekî din dezgehên JIN TV û Heyva Sor a Kurdistanê jî li meydanê hatibûn danîn. Berhemên keda destan ên Navenda Civana Jinan Utamarayê û yên SMJ-E´yê jî li ser dezgehan cihê xwe girtin. 

Zarok Mayê zarok bi tenê nehiştin

Wekî din Songul Kurt jî pêşangehek şêwekariyê vekir. Lê kargeha zarokan a di konê de tevî zarokên Zarok Ma´yê gelek bal bire ser xwe; ji bilî muzîkê, rengandin û xêzkirin jî di kargehê de bi zarokan re hat kirin. 

Koordînasyona KJK´ê jî peyamek ji festîvalê re şand û bang li jinan kir da ku her kes li ser xeta serketinê ya Rêber Abdullah Ocalan, bi berxwedana gerîla û bi israra jinan bimeşin û bi ser bikevin.

Di festîvalê de hunermend Eylem Aktaş û Beser Şahîn jî derketin ser dikê. Festîval bi govendê û stranên Jin Ma´yê bi dawî bû. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.