Jin xwe ji Festîvala Zîlan re kar dikin

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:58

Jinên Kurd ên li Ewropayê xwe ji bo Festîvala Zîlan a 18’an kar dikin. Komîteya Amadekar diyar kir festîl wê bibe yekbûna têkoşîn û rêxistiniyê, ji demê re bibe bersiv û banga tevlêbûnê li jinan kirin.

Jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Holandayê îsal wê 15’ê Hezîranê 18.  Festîvala Jinan a Zîlan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) li dar bixin.

Festîvala îsal bi dirûşmeya 'Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve' pêk tê û wê 15'ê Hezîranê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê were lidarxistin.

Di festîvalê de ku xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye, hunermend Xecê, Sîmav Huseyîn, Suna Alan, Firmêsk, Koma Zarokan a MA, Koma Folklorê ya Efganistanê, Govend, Koma Zarokên Rojê, Jinên Dengbêj wê hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha wê gelek kes jî li festîvalê peyamên xwe bidin.

Li gel bernameya çandî wê berhemên destan ên jinan jî bi standan bêne nasandin. 

Di festîvalê de wê derberê pêngava xweprastin û xwerêxistinkirinê, bandora medya dîjîtal li ser ciwanan û jin û aştiyê panel bê lidarxistin.

Her wiha wê li Festîvalê kolanek ji bo çanda Kurdî bê amadekirin û hemû motîfên Kurdî bêne nîşandan.

Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna jinê bi pêşangehekê nîşan bidin.

Komîteya amadekar a festîvalê 4. civîna xwe li dar xist. Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê Berdevaka TJK-Ewropayê Ayten Kaplan û Berdevka YJK-E'yê Kezban Dogan axivîn.

Rêxistinî û têkoşînê bikin yek

Berdevka TJK-E Ayten Kaplan bal bire ser girîngiya festîvala îsal û got; "Weke her sal em îsal jî  dixwazin bi felsefeya jin, jiyan, azadî li qada festîvalê hêza xwe ya rêxistinî û tekoşînê bikin yek. Em ê îsal  di festîvalê de hin tiştên nû bikin. Hem ji aliyê çandê hem jî ji aliyê civakî ve em ê cîh bidin nêrîn cuda da ku hemû jin bikaribin ked û hunera xwe pêşkêş bikin û peyamên xwe ên siyasî bidin. Ji bo zarokan jî wê qadek bê amadekirin û zarok wê kêliyên xweş bi Koma Zarokan a MA re derbas bikin."

Ayten Kaplan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi rengê xwe başdarî 18. Festîvala jinan a Zîlan bibin.

Festîval wê bibe bersiva demê

Berdevka YJK-E Kezban Dogan jî nêrînên xwe wiha anî ziman; "Amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin. Festîvala şehîd Zîlan hem di aliyê navê xwe hem jî ji aliyê dirûşmeya xwe ve gelek girîng e. Em bi vê festîvalê dixwazin bibin bersiva demê. Çawa 10'ê Cotmeha 2023'an di pêngava bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' jinan rola xwe lîst. Di pêvajoya ve festîvalê de jî em bawerin jin wê  li hemberî her cureyên  êrişan helwesta xwe raber bikin."

Kezban Dogan bang li hemû jinan kir ku 15'ê Hezîranê qada festîvalê bi rengê xwe bi xemilînin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.