Jinên îdareya Germiyanê roj bi roj ji malê derdikevin û dibin xwedî karên xwe yên taybet. Jinên Germiyanê yên ku xwedî karên xwe yên taybet in û pê debara xwe dikin, dibêjin, pêwîst e jin bi xwe û hêza xwe bawer bin û guh nedin astengiyan.
Ev jin di heman demê de hewl didin, piştevaniya jinên din jî bikin. Bi armanca zêdekirina asta jinên xwedî karên xwe yên taybet, ji bo fêrkirin û hişyariya civakê, dewreyên perwerdeyê organîze dikin.
Min cihê xwe vekir
Yek ji van jinên Germiyanê, Xwediya Navenda Hayde, Hayde Hisamedîn e. Hayde Hisamedîn demeke dirêj e karê dirûnê dike. Ew dibêje, “Piştî xilaskirina xwendin û tayînnekirina ji aliyê hikûmetê ve, li gelek cihan di warê pisporiya xwe de li kar geriyam, lê min nedît. Ji ber wê min biryar da ku navenda cil dirûnê ava bikim û bibim xwediyê karê xwe yê taybet.”
Hayde diyar kir ku dema biryar da ku bibe xwedî karê xwe yê taybet, rastî astengiyan hatiye, lê wê guh nedaye astengiyan.
Divê jin bi hêza xwe bawer bin
Hayde Hisamedîn bang li jinan kir da ku bi xwe û hêza xwe bawer bin, bikarin li ser lingên xwe rawestin û got, “Civak hemû jî piştgiriya wan bike, lê heger ew bi xwe ne bawer bin, bê guman wê bi ser nekevin.”
ROJNEWS/GERMIYAN