Li Ewrûpayê jinan zend û bendên xwe badane ji bo ku Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) di hilbijartina giştî ya 14´ê Gulanê de bi ser keve. Jin ji bo ku hilbijêr dengê xwe bidin û her wiha wan bibin cihên dengdanê, dixebitin.
Li Elmanyayê, li bajarê Dusseldorfê, dilxwazên Tifaqa Jinan a Partiya Çep a Kesk, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin cem hev. Jinan plansaziya xwe danî û ew ê heta hilbijartinê li bajarên Dusseldorf, Wuppertal, Krefeld, Grevenbroich û Monchengladbachê dezgehan deynin û ji hilbijêran re bibêjin, ka ji bo çi muhim e dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Piyê wan nakeve bin wan
Li paytexta Swêdê Stockholmê, jin niha hewl didin hilbijêran qaneh bikin da ku dengê xwe bidin. Nûnera Partiya Çep a Kesk a Swêdê û berdevka Meclîsa Jinan Amarayê Rûken Yetişkin got, “Heta niha me li çar cihan dezgeh danîn, em çûn serdana 4 qahwexaneyan. Me ji hilbijêran re behsa Partiya Çep a Kesk kir. Me ji wan re got, ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe û meseleya Kurdistanê çareser bibe, serketina Partiya Çep a Kesk heyatî ye.”
Rûken Yetîşkînê got, dezgehên wan vekirî ne, ew ê li gher devera Stockholmê dezgehên xwe deynin û dawî li axaftina xwe anî: “Me li bajarê Swêdê Helsinborgê, bi coş û kelecaneke mezin buroya hilbijartinê vekir. Li Uppsalayê jî em li cihê buroyeke hilbijartinê digerin. Heta ku hilbijartin bibe, û em di hilbijartinê de bi ser kevin, piyê me jinan wê nekeve bin me, em ê her bixebitin.”
NAVENDA NÛÇEYAN