Sarya Botan şerê azadiyê bi eşqeke mezin meşand û şehîd bû. Li pey xwe têkoşîneke destanî hişt. 

Ji ber barîna berfê çiya bi rengê spî dixemile. Li binê berfê şervaneke azadiyê rûdinê. Navê xwe yê li çiyê Sarya Botan. Li nava jiyana sivîl navê xwe Meryem Kaplan e. Li nava malbateke welatparêz sala 1992'an li Geverê ji dayik bû. Bi bandora welatparêziya derdor û malbata xwe rastiya PKK'ê zû nas kir. Di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Li ser rêya Botanê vî resmî digire.

27'ê Hezîrana 2020'î li qada Masîro ya Botanê, di êrişa hewayî ya hêzên dijmin de tevlî karwanê nemiran dibe. Şehîd Sarya Botan di hevpeyvîna xwe de qala rastiya jinê ya li nava PKK'ê û hêza jinê kiribû û ev nêrînên xwe anî bû ziman: "Felsefeya Rêber Apo nîşan da ku jin êdî hêz û potansiyeleke mezin e, dikare her tiştî bike. Jin bixwaze dikare gerdûnê bi temamî şîrove bike.”

BEHDÎNAN