• "Sed sal jî derbas bibe wê jin nehêlin komplo bigihîje armanca xwe. Serok Apo bi fîzîkî ne di nav me de ye, lê bi fikr û felsefeya xwe pêşiya me ronî dike."  

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, Eyşe Efendî got, komploya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan negihiştiye armanca xwe: "Sed sal jî derbas bibe wê jin nehêlin komplo bigihîje armanca xwe. Serok Apo bi fîzîkî ne di nav me de ye, lê bi fikr û felsefeya xwe pêşiya me ronî dike."  

Eyşe Efendî ji Ajansa Mezopotamya (MA) ji Emrullah Acar re peyivî. Wê gava Rêber Abdullah Ocalan sala 1979´an çûyî Rojava bi bîr xist û got, “Hatina Rêber Apo a Kobanê, wekî hatina dinê ya gelê Kurd bû. Wê demê her kesî gelê Kurd nas nedikir. Pêşî hat gundê Elpelur.

Pişt re çû Kobanê. Civîn çêdikirin, pirr bi dizî bû. Her çi qas her tişt bi dizîbû jî, piştî demekê di nava gel de hat zanîn ku kesek wekî rêberekî navê xwe Apo ye, hatiye. Piştî vê, Rêber Apo çû Şam û Helebê."
 
Seîd Yûsiv stran gotin

Eyşe Efendî, sala 1980'yî, dema 22 salî bûye, li Helebê di civînekê de Rêber Abdullah Ocalan de hazir bûye: "Serê salê bû, wekî civîneke gel hatibû amadekirin. Malbatekê xwarin çêkiribû, min serokatî li wir dît. Cara ewil bû min ew didît. Xwedî heybet bû. Axaftina wî li ser çand û ziman bû. Seîd Yûsiv, stran gotin. Rebertî nêzî 2 saatan axivî. Piştî me bi hev re xwarin xwar, ew çû. Min dengê PKK'ê bihîst.

Civîna ku ez cara yekem beşdar bûm, li Erebîstana Siûdî bû. Hevalê yekemîn ku min dît hevalê Elî bû, ji Pirsûsê bû."
 
Rêber Apo bû hevalê jinê 

Eyşe Efendî bal bire ser girîngiya fikir û felsefeya Ocalan a li ser jinan û ev yek wekî "zayîna jinê" bi nav kir û got, “Dema Rêber Apo hat, wî sînorên tirsê hilweşandin. Dîwarê tirsê hilweşandin. Rêber Apo dest da jinê û bû hevalê jinê.” 

Eyşe Efendî, ji bo rola jinan di şoreşa Rojav de jî got, "Rêber Apo bi taybetî ji jina Kurd fêhm kiribû. Rêber Apo got 'Çawa mêr dixebitin, divê jin jî bixebitin.' Rêber Apo got Zîlan, Bêrîtan, Sara, Sakîne fermandarên min in. Sîstema heyî jinê ji xwe re dike xerîtekek. Em li ser xerîteya ku Rêber Apo da me dimeşin û jiyana xwe dewam dikin."   
 
Jin Tecrîdê qebûl nakin 

Eyşe Efendî, bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd di hundirê tecrîde de heye. Ev ne tenê li ser şexsê serokatiyê ye. Ji ber ku tişta rast li ba serokatiyê ye, kilîda rastiya Kurd li ba serokatiyê ye. Projeya demokratîk ku îro li tevahiyê Rojava tê meşandin, projeya Serok Apo ye. Belkî Rêber Apo zindî ne di nav gelê xwe de ye, lê wekî fikir û raman îro her kes li ser wê fikra Ocalanî dijî. Ev proje heta sedan sal têra vî gelî dike. Ku sed sal derbas bibin jî, jin wê nehêlin komplo bi ser bikeve û bigihîje armanca xwe. Heta îro li Îmralî 23 sal in, çi qanûn nehatin meşandin. Divî em çalakiyên ji bo rêbertiyê zêde bikin. Banga me ji bo temamê cîhanê ye. Êdî durûtiyê nekin. Em li Kobanê bi ser ketin, li Hesekê bi ser ketin. Bi ruhê Apocîtiyê divê em werin cem hev."

NAVENDA NÛÇEYAN