Jin bûn remza berxwedana Kobanê

Şemî 25 Çile 2025 - 02:30

  • Jinên bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan, bi azadkirina bajar sînor neman û wek çavkaniya îlhama têkoşîna jinan a global mohra xwe li dîrokê dan.

Sala 2014’an wek demek ku DAIŞ’ê Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bir di hişan de ye. Di vê tabloya reş de bêguman azadiya Kobanê û berxwedana hatiye dayîn bû sembol. Li Kobanê têkoşîna li dijî DAIŞ’a çavsor hat dayîn, bi pêşengiya jinên Kurd bû destan. Jin di vî şerî de ne tenê berxwedêrên çekdar bûn, di heman demê de bû pêşengên guherîna civakî û îdeolojî. Rizgarbûna Kobanê, tevgera azadiya jinan di asta global de kir sembol.

Jinan aktîf cih girtin

Jinan bi awayekî wekhev di hemû qadên jiyanê de cih girtin û tevli mekanîzmayên biryarê bûn. Di dema berxwedana Kobanê de ev feraset bi awayekî xurt derket holê. Jinan rolên zayenda civakî hilweşandin û di eniyan de di pêvajoyên siyasî de aktîf cih girtin.

Bûn remza berxwedana Kobanê

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû remza berxwedana Kobanê. Jinan li dijî îdeolojiya dijminê jinê ya DAIŞ’ê, tenê berxwedana fîzîkî nîşan neda. di heman demê de şerê îdeolojîk meşand. Vê berxwedanê nîşanê cîhanê da ku hêz û îradeya pêşeng a jinan sînoran nas nake.

Çîrokên qehremaniyê

Têkoşîna li Kobanê bi çîrokên qehremaniyê jî tacîdar bûn. Arîn Mîrkan, yek ji şervana wêrek a YPJ’ê bû. Di berxwedana Kobanê de bû sembol. Ji bo pêşketina DAIŞ’ê bide sekinandin bi rihê fedayî têkoşiya û mohra xwe li dîrokê da. Fedayîbûna wê bû sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinan û rihê berxwedanê derxist lûtkeyan. Wek Arîn Mîrkan bi sedan jinî ji bo axa xwe şer kirin û cîhanê şahidiya bedewbûna jinan kir.

Jinan ji nû ve ava kirin

Piştî rizgarkirina Kobanê jinan pêşengiya xebatên ji nû ve avakirinê kirin. Pêvajoya ji nû ve avakirinê ne tenê nûkirina fizîkî ya bajarekî, di heman demê de avakirina pêkhateya civakî ya li ser bingehên demokratîk û wekheviyê bû.

Meclîsên jinan

Meclîsên jinan bûn yek ji hêmanên herî girîng ên pêvajoya ji nû ve avakirinê. Van meclîsan tevlibûna jinan a di jiyana civakî de pêk anî û di pêvajoyên biryargirtinê de nûneriya wekhev misoger kir. Di van meclîsên Kobanê de pêkaniya modela rêveberiya jin a bi feraset û zîhniyeta jinê hate nîşandan.

Jinan rolên girîng lîstin

Rizgariya Kobanê bandorek mezin li ser tevgera jinên Kurd kir. Ev serkeftin bi Kobanê sînor nema. Berxwedana Kobanê îlham da hemû jinên Kurd û tevlibûna têkoşîna azadiyê zêde bû. Jinan di tevgera azadiyê de cih girtin û rolên girîng lîstin.

Bûn model 

Berxwedana Kobanê li seranserê cîhanê têkiliya navbera tevgerên jinan û tevgera jinên Kurd xurt kir. Van têkiliyan piştgiriyek mezin da ku têkoşîna azadiya jinê di asta global de bê nasîn. Komun û meclîsên li Kobanê bi pêşengiya jinan hatin avakirin, ji tevgerên berxwedanê yên din re jî bû model. 

Nexşerêyek ava kirin

Meclîsê jinan, piştî şer di avakirina nû de nîşan da ku jin dikarin rola lîderiyê bimeşînin. Ev serpêhatî, ji bo têkoşîna jinên herêmên din jî nexşerêyeke şênber ava kir.

Di dîrokê de cihê xwe girt

Di berxwedana Kobanê û pêvajoya avakirinê de têkoşîna azadiya jinan bû sembol. Jinan bi serkeftina şer sînor neman, di heman demê de pergala nû ya civakê ava kirin. Vê têkoşînê hêz û perspektîfek nû bi jiên Kurd da qezenckirin û her wiha îlham da hemû jinên cîhanê. Kobanê wek mînakeke ku azadî û îradeya jinan sînor nas nekirin derbasî dîrokê bû.

JINNEWS/ NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.