Jin bi resman behsa xwe kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:55

Di her pêşengeh û festîvalan de ku têne lidarxistin herî zêde reng û jêhatinên jinan derdikevin pêş. Wek hunermendên jin bi xwe dibêjin, bi rêya hunerê hest, êş û çîrokên xweş û xemgîn yên jiyana xwe dikarin nîşan bidin.

Di êvara 3’ê Çileyê de li bajarê Silêmaniyê pêşengehek ya şêwekariyê ji bo hunermendên Kurd û Ereb hate lidarxistin. Di vê pêşengehê de 25 hunermend beşdar bûn û berhemên xwe nîşan dan. Hunermendên jin ên ku beşdarî festîvalê bûn axivîn.

Rêzan Mihemed ku yek ji hunermendên di festîvalê de berhemên xwe pêşkêşkirî di derbarê tabloyên xwe de axivî û got: “Min berhemên xwe piranî bi awayekî razber afirandine. Yek ji wan jî ‘Kurdistana bixwîn’ e, ku qala êriş û bombebaranên li ser Kurdistanê û qurbaniyên van êrişan dike. Bi giştî berhemên xwe piranî li ser xwezayê ne. Ez beşdarî hinek pêşengehên din jî bûme û berhemên xwe min pêşkêş kiriye. Niha jî ji bo lidarxistina pêşengehek taybet ji bo tabloyên xwe amadekarî dikim.”

Neçariya jinan nîşan dide

Şêwekar û hunermendek din Nîgar Mîrewan bi du tabloyan beşdarî festîvalê bû û bi tabloyên xwe balkişand li ser tundutijiya di her warî de li beramberî jinan tê kirin. Wek Nîgar bi xwe dibêje zihniyeta zilamsalar a ku li ser civaka Kurd de serdest e hertim hewl daye jinê bêdeng bike û dixwaze ku jin hertim bindest be. Nîgar her wiha da zanîn ku ji ber vê yekê bi çêkirina van tabloyan xwe xwestiyek beşek ji êş û zehmetiyên jinan derbixîne pêş. Hunermend Nîgar Mîrewan her wiha behsa tabloya xwe ya din ku derbarê bazirganîkirin û metakirina jinê de axivî û wiha pê de çû: “Ev tabloya min behsa wê yekê dike ku çawa piraniya mêran jinan bêgav dihêlin ku neştergeriya estetîkê bikin û xwezaya xwe biguherînin. Lê rûyên jinan, her çendî xweşik û ciwantir be jî, her dem xem û êşek kûr di hindirê xwe de hildigire. Ji ber ku ev tiştê dikin ne biryara wan bi xwe ye, neçar têne hêlan ku bi vî awayî li xwe bikin.”

Ked û têkoşîna dayikan

Her wiha Helale San bi tabloya xwe ya pireng beşdarî pêşengehê bûye û wiha behsa xebata xwe dike: “Ev tabloya min li ser xwezaya Serçinarê ye, ku dema dibe payîz hewayek pir reng derdikeve û ciwaniyek taybet bi xwe digire.” Rêmî Ciwad jî ku ji bajarê Bexdayê bi tabloya ‘Dayîk’ beşdarî festîvalê bûye got: “Tabloya min behsa ked û têkoşîna dayîkê dike ku li milekê zaroka xwe mezin dike û li milê din erkê dikevin ser milê wê pêktîne. Ji ber vê yekê min xwest ez bi vî awayî nîşan bidim.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.