Jin azadiyê ava dikin

Nûçeyên Jin

În 30 Îlon 2022 - 00:43

Zext û çewisandinê nekarî rê li pêşiya xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Amînî bigire, çalakiyên ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, veguherîn dozeke xurt a azadiyê li tevahiya Îranê. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyan doh û pêr bi şev jî dewam kir. Çalakî ji 16´ê Îlonê ve dewam dikin.

Çalakî û xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê yên ku piştî şehîdkirina jina ciwan a Kurd Jîna Amînî dest pê kirin, doh û pêr li kolanên bajarên Sine, Tehran, Yezd, Esfehan, Xoresana Rezewî û hinek parêzgehên din dewam kir.

Xwepêşanderan dirûşmeyên, “Mirin ji bo dîkdator”, “Mirin ji bo Xamaney” û “Jin, Jiyan, Azadî” gotin. Xwendekarên hinek zanîngehan jî nerazîbpna xwe ya ji zexta rejîmê û piştgiriya xwe ya bi xwepêşandanan re bi çalakiyan nîşan da.

Li ser dosyeya qetilkirina Jîna Amînî, parêzerê malbatê Salih Nîkbextî ragihand ku malbata Jîna Amînî doz vekiriye li kesên ku destê wan di girtin, lêdan û qetilkirina Jîna Amînî de heye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi xwe careke din gef li xwepêşanderan xwar û ew weke ‘provakor’binav kirin û got, ew ê rê nedin provakatoran û wê bi tundî li ber wan rabin.

NY´ê doza lêpirsîna serbixwe kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo qetilkirina Jîna Amînî bi awake serbixwe were lêkolan daxwaza avakirina komîsyoneke serbixwe kir. Antonio Guterres di peyama xwe ya li ser twitter de got, pêwîst e demildest lêkolînek bêalî li ser mirina jina Kurd Jîna Amînî ji aliyê saziyeke serbixwe û xwedî desthilatiya temam ve bê destpêkirin.

Bi pêşengiya jinê azadî

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) piştgirî da raperîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku her meydana ku jin têde pêşengiyê bike, wê bibe meydana azadiyê, û bi pêşengiya jinan azadiya civakê wê misoger bibe.

RJAK´ê wekî din got, “Di rojên bihurî de me şahidiya piştgiriya jinan kir, ew piştgiriya ku heye, peyam û wateya wê li her cihî me dît ku li dijî aqilê mêrsalarî têkoşîn didome û pêwîstiya me bi yekîtî û xebatên berfirehtir û têkoşînê heye. Ji bo wê em jî weke RJAK´ê piştgiriya xwe ji bo serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin û dibêjin, bi pêşengiya jinan azadiya civakê dê misoger bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.