Jin ala berxwedanê bilind dikin

Duşem 17 Sibat 2025 - 03:20

Ji ber ku jin sembola parastinê ya di civakê de ye, destpêkê wê berê xwe da bendava Tişrînê û hevgirtina xwe ji bo parastina bendavê ragihand. Jinên ku ji bendavê diruşmeyên berxwedanê li dijî dagirkeriyê bilind dikin, dibêjin:"Em ji mirinê mezintir in".

Ji bo ragihandina rastî û berxwedana jinan a ji bendava Tişîrînê, nûçegîhanan berê xwe dan bendavê û ji wir nêrîn û bertekên jinan, her wiha nêrînên şervanên jin ji eniyên şer, girtin.

Dengê berxwedanê bilind dibe

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nadiye Yûsif ku ew ji koçberên Efrînê ye diyar kir ku çalakiya nobetê tevî hemû êrîşan li bendavê bi îsrar berdewam dikin. Bi hebûna me li bendavê û berxwedana ku tê kirin em carek din îsbat dikin ku êrîşên dagirkeriyê berxwedana me lawaz nake. Em ji bendavê bi berxwedan, têkoşîn û girtina dîlana azadiyê bersiva êrîşan didin. Em weke pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Tirkman û Ermen bigre me erka parastina bendavê hildayî ser milên xwe."

Netewa demokratîk diparêzin

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dirbesiyê ya kantona Cizîrê Fatimê Kalaş, ev cara duyemîn e beşdarî şandeya parastina bendavê dibe û bendava Tişrînê bi berxwedana lehengiyê pênase dike. Fatimê Kalaş destnîşan kir ku bendav bûye cihê berxwedana dîrokî ya lehengan û got:“Şervanên me ne tenê bendavê diparêzin, bi vê berxwedanê projeya Netewa Demokratîk jî ji tunekirinê diparêzin. Ger ku bê xwestin, wê milet bi mehan jî berê xwe bidin bendavê û berxwedana xwe bidomînin.”

Em naxwazin senaryo dubare bibin

Kîfah El-Efendî, yek ji koçberên Helebê ye û li bajarê Dirbesiyê bi cîh bûye. Kîfah 50 salî ye û berê xwe daye bendava Tişrînê. Kîfah armanca hatina bendavê bi van gotinan anî ziman:“Em naxwazin senaryoya Serêkaniyê ya dema ku bendava Elûk dagir kirin, dubare bibe. Êdî bes e ji êrîş û kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk re. Divê ew ji ax û herêmên me vekişe. Em tu car qebûl nakin Erdoxan bendava me dagir bike. Jin bi hemû hêzên xwe li bendavê ne û li berxwe didin."

Deng û rastiya rojava radighîne

Rojnemevan Anna Counter ku di çapemeniya Swîsreyî ya bi navê 20 Minuten de dixebite, tevlî berxwedana bendava Tişrînê bûye. Anna da zanîn ku li hember berxwedana li bendavê matmayî bûye û got:"Dema şerê DAIŞ li herêmê rûdabû, ez hatim Rojava û min berxwedan û têkoşîna gel bi çavên xwe dît. Serkêşiya vê berxwedanê jî jinan dikirin û heya niha jî dikin. Hebûna jinan a li bendavê jî vê rastiyê vedibêje. Jinên Rojavayî bi pêşengtiya jina Kurd xwedî hêz û bawerî ne, li Bendava Tişrînê jî jin ala berxwedanê bilind dikin. Dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide dengê rastiyê qut bike û zagonên navnetewî binpê dike. Divê jiyana rojnamevanan bê parastin."

Mîrateya Kobanê ye

Ji eniyên şer şervan Amara Qamişlo jî bal kişand ser berxwedana dîrokî ya ku li bendavê tê nivîsandin û got:“Ev zêdetirî 67 roj in hêzên YPJ û QSD li dijî hemû êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li berxwe didin. Li bendavê şervan bi berxwedan û lehengiyên xwe dîrokê dinvîsin. Em hêza xwe ji gel û berxwedana wan digrin. Hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên tunekirinê tekoşîna xwe bilind dikin. Berxwedana Tişrînê mîrata xwe ji berxwedana Kobanê ya 2014'an digre. Me gelek bedêl ji bo parastina bendavê dan, em ê jî xwedî li pakrewanên xwe derkevin û nehêlin dijmin axa me dagir bike.”

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.